ROJEVA 26'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-26 09:00:00     *Yek ji mexdûrên erdhejê Funda Bahçe ya 21 salî û çîroka xwe parve kir wiha got: “Beriya erdhejê malbata min, min terikand û min hewl da ez jiyanek nû ava bikim. Niha xaniyekî min jî tune ye ez ê çi bikim, wê pêşeroja me çawa bibe nizanim?” DÎMEN HEYE   *Karkera demsalî Fehîme Tatbaş, li bajarê ku hatiye dinê mezin bûye bi du zarokên xwe re têkoşîna jiyanê dide û ji bo erdhejzedeyan banga alîkariyê kir. BI DÎMEN    *Li bajarên ku erdhêj pêk hatiye gelo em li ser nûçegîhaniya çapemeniya alîgir, reklamên TV’yan,  parvekirinên rojnamegeran yên li ser çapemeniya civakî bisekinin? Bêgumanli hember van alterantîf jî hene. Gelo em ê weşangeriya ku kirdeya wê mirove kengê bigirin rojeva xwe? MEDYA KRÎTÎK   *Gulîzar Ozturk a ku bi îmkanên xwe li taxa Altunuzum a Islahiyeyê ji xwe re kon vedaye, diyar kir ku sê rojan tu kes nehatiye taxa wan û dema ku çûne qereqol û walîtiyê kon xwestine jî wan re gotine tune ye. DÎMEN HEYE    *Zarokên ku li bajaroka Narliyê ji erdhejê rizgar bûne wêneyan xêzdikin. Zarokên ku ji erdhejê bi bandor bûne di wêneyên xwe de avahiyên ne pir kat yek katî xêz dikin. Di wêneyên xwe de gelek pêyam didin mezinan. BI DÎMEN    *Gundê Mihaciran ku di erdhêjê de zerareke mezin dî wek herêmên din hilweşînek mezin lê çêbû. Medîne Babur a li gund dîmîne diyar kir ku ji ber kon nedane wan di konê ku berê sewal têde diman de dimînin. DÎMEN HEYE