Polîsan xwest dest danîn ser pankartên TJA'yê 2023-02-25 15:00:00     AMED - Polîsan xwest dest dayne ser pankartên TJA'yê yên "Dem dema jin jiyan azadiyê ye", "Şîna me sedema têkoşîna me ye". Parlamentera HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, bertek nîşanê polîsan da û got: “Dema ku mirov di erdhêjê de mirin hûn li ku bûn?"    Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê bi dirûşmeya “Piştgiriya jinê dide jiyîn” li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê deklarasyona xwe aşkera kir. Li hewşa komeleyê daxuyanî hat dayîn û pankartên "Dem dema jin jiyan azadiyê ye" û "Şîna me sedema têkoşîna me ye" hat vekirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyên Amedê, Komeleya Jinan a Rosayê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, MED-DER û gelek jin tevlî daxuyaniyê bibûn.    Piştî daxuyaniyê polîsan maşîneya ku pankart lê hene heta avahiya DBP’ê şopand. Polîsan xwest dest danîn ser pankart û filamayên TJA’yê. Hevseroka Giştî yê DBP’ê Salîha Aydenîz û parlamentera HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanê polîsan dan. Gulîstan bi wan gotinan bertek nîşanî polîsan da: "Dema ku mirov di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dida hûn li ku bûn? Dewlet, polîs û leşker li ku bû? Hêza we têra jinan dike? Hûn dixwazin dest danîn ser pankartê, dewleta we ev e?"   Piştre polîsan dîmen û wêneyên pankartan kişand û çûn.