Komxebata ‘Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de ye’ dest pê kir 2023-02-25 12:32:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê di çarçoveya têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xurtkirina kampanyaya “Dem Dema azadiyê ye” de, komxebata ‘Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de ye’ dest pê kir.   Komxebat li Hola Azadî ya navenda Şengalê bi sernavê “Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de ye” dest pê kir. Komxebat ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve tê lidarxistin û hejmarek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerên komên baweriyan ên ji Başûrê Kurdistanê û bajarên Iraqê, partiyên siyasî gelek mêvan beşdar bûne.   Meclîsên gel ên Şengalê, TAJÊ, Tevgera Ciwanan, PADÊ, rûspiyên civakê û gelek sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser tevlî komxebatê bûne.   Di destpêka komxebatê de Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Xezal Reşo axivî û di serî de xêrhatina mêvanan kir û got ew keyfxweş in ku firsendek wiha çêbûye bi beşdarbûna mêvanên amade ne da ku li ser pirsgirêkên heyî bê axaftin û li ser netewa demokratîk bê nîqaşkirin.   Piştre Çalakvana Siyasî Bûlbûl Cerrah çu ser dikê û hest û nêrînên xwe ji bo komxebatê parve kir. Bûlbûl Cêrah ku di nav şandeya ji Bexdayê ku dixwest tevlî komxebatê bibe û li bendên Umm Şebabît û Sawzê ji aliyê hêzên Iraqê ve hatîbû astengkirin jî di serî de keyfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna komxebatê anî ser ziman û wiha pê de çû; “Ez silav û hezkirinên xwe ji Bexda heya vir bo we tînim. Em gelek keyfxweş in ku em li vir amade bûne, kom bûne. Li ser vê axê me her tişt hembêz kir, pevçûn, şer, qirkirin dît. Gelên vê axê rastî her tiştî hatine, birînên kûr girtine û nekarîne derbas bikin. Dayikan bi devkî van tiştan heya îro anîne.” Bûlbûl piştgiriya xwe bo sîstema netewa demokratîk li Şengalê bi lêv kir.   Ji Herêma Kurdistanê Mamoste Kusrarî jî got ew silavên gelên li herêma Kurdistanê ji bo komxebatê û beşdarvanan tînin û girîngiya xweseriya Şengalê, naskirina statûya bo civaka êzidî anî ser ziman.   Li ser navê PADÊ Şêx Azad jî nêrîn da û bal kişand ser têkoşîn û daxwaza civaka Şengalê ji bo pêşerojek xwedî statu û wiha got; “Wek gel me her li ber xwe da ji bo mafên xwe. Niha jî dem hatiye ku em yêkîtiya xwe ava bikin, di nava hêzên Iraqê de bi awayekî demokratîk bijîn. Em wekheviyê ji têvahî gelan re dixwazin.”   ‘Ji bajarên Iraq silav û piştgirî ji bo Şengalê’   Ji Saziya Teyar Bexdad Wefdê ji Cenub mafê axaftinê girt û wiha axivî; “Silavên min ji bajarê Qasib, Ahwar, Nexîl ji were. Em her bi were bûn niha jî em bi were ne. Em daxwaz ji hukumeta Iraqê dikin ku mafên kêm netewan bigirin ber çav û bi lezgînî li ser qebûlkirina Rêveberiya Xweser bisekine. Em ê jî her tim li kêleka miletê xwe bin. Di dema ku Iraq tê re derbas dibe heta niha jî gelê Iraqê di nava komkujiyan re derbas dibe. Yek ji wan komkujiyan jî fermana ser Êzîdiyan hatiye kirin e ku ew jî tiştekî plankirî bû. Em gelê vê herêmê ne û daxwaza jiyana wekhev dikin, ji ber ev mafê me yê rewa ye.”   Ji eşîrên Ereban jî piştgirî û daxwaza netewa demokratîk   Li ser navê eşîrên ereban Ebu Sedir jî keyfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna komxebatê bi lêv kir. Ebu jî wiha got; “Em bi xêr hatina mêvanên xwe yên Bexdayê dikin. Her tim ji bo gelê vê herêmê xweparastin xalekî girîng bû. Ji ber her tim êriş li wan dihat kirin. Hêzên derve yên hegemonîk qet dev ji êrîşên li ser herêmê bernedane. Ev nîzama heyî têrî vê civakê nedikir ji bo bikaribe xwe bi rê ve bibe her tim jî siyaseteke taybet li ser vê civakê dihat meşandin. Ji bo vê yekê jî netewa demokratîk û di heman demê de jî xweparastin ji bo van gelan bû xaleke sereke, çi Kurd bin, çi Ereb, çi Kurdên Êzidî. Pêwîst e êdî dewlet siyaseta xwe ya heyî biguhere û li ser esasê netewa demokratîk ava bike kar bike.”   Piştî peyamên mêvanan hatin pêşwazîkirin dîwana komxebatê cihê xwe girt û komxebatê berdewam kir. Komxebat ji aliyê Hevserokê Desteya Rêveber ya Şengalê Hiso Brahîm, Hevserokê PADÊ Hisên Hecî û Endama Rêveberiya TAJÊ Siham Dexîl tê birêvebirin.   Di komxebatê de bi giranî li ser pirsgirêkên Iraqê û çareseriya wan bi rêya netewa demokratîk, danasîna Rêveberiya Xweser tê hedefkirin. Ji bo wê boneyê tê payîn ku semîner li ser girîngî û rola Rêveberiya Xweser, netewa demokratîk, jin û cîwanên Êzidî berîya û piştî fermanê û girîngiya Parastina civakê bêne dayîn.   Tê payîn ku komxebat heya êvarê berdewam bike.