Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê dewam dike 2023-02-25 11:29:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibata 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, 25 roj li pey xwe hişt. Di çalakiyê de banga xwedîdertinê hat kirin.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, 23 roj in berdewam e.   Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 14’an ve hate dewirgirtin. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 14’an Çîdem Uren axivî.   Çîdem Uren di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser komploya navneteweyî û wiha got: “Beriya 25 salan Rêbertiya me bi komployekê hate dîlgirtin. Dijmin bi vê komployê xwest gelê Kurd qir bike û Rêbertî ji me dûr bixe, lê Rêbertî her tim di dilê me de ye. Dibe ku di aliyê fîzîkî de ne li gel me be, lê di aliyê îdeolojiyê de li gel me ye. Em ê heta azadiya Rêbertiya xwe di nava çalakiyan de bin. Ji bo wê jî em bang li gelê Kurd dikin û dibêjin pêwîst e di vê pêvajoyê de bi erk û berpirsyatiyên xwe rabin.”   Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.