Doza destdirêjiyê di 23’yê gulanê de ye 2023-02-25 09:02:19     SÊRT - Der barê bersûc Huseyîn Tapar ku li Perwariyê du salan destdirêjî li zarokê kiribû, doz hatibû vekirin. Di îdîanameya ku hate amad kirin de êrîşa zayendî ji hêla xizmên bersûcê hate rewa kirin.    Li gundê Gumuşoren yê girêdayî navçeya Perwarî ya Sêrtê, zarokek 2 sal in bi êrîşa zayendî ya sîstematîk a Huseyîn Tapar (65) û Hamît Şener (35) re rû bi rû ma. Piştî ku bûyer derket holê malbata zarokê çû qereqolê û gilî kir. Piştî giliyê hat kirin di 8’ê mijdarê de derheqê herdu êrîşkaran de doz hat vekirin. Lê tevî dengê qeydkirî û îfadeyan jî di 11’ê mijdara 2022’yê de ji hêla dozgeriyê Perwarî biryara neşopandinê der barê dozê de hat dayîn.     Di 22’yê kanûnê de zarok rakiribûn nexweşxaneyê û ji bo dozgeriyê rapora travmayê hatibû xwestin. Piştî wê hat zanîn ku zarokê di bin parastinê de dihewînin.   Malbat û parezerên malbatê li ser neşopandina dozê li dozgeriyê îtîrazê kiribûn. Îtîraza malbat û parezêran ji alî serdozgeriya Sêrtê ve hate qebûlkirin û der barê Huseyîn Tapar ve îdianame hate amade kirin.    Di îdianameya ku hate amade kirin de, îfadeyên B., ji aliyê Navenda Çavderiya Zarokan hate girtin. B., di îfadeya xwe de diyar dike ku ew 2 sal bi destdirêjiya sîstematîk re rû bi rû maye û ji bo ku gefa mirinê lê hatiye xwarin nekariye ji kesekê re vebêje. Her wiha di îfadeyên ku hatine girtin de ,êrişa zayendî ji hêla xizmên Huseyîn Tapar ve tê rewakirin.    Danişîna ewil a der barê bersûc Huseyîn Tapar dê 23’yê gulanê dê li Sêrtê were dîtin.   Malbata zarokê ji bo dozê banga xwedî lê derketinê kir û gotin: “Banga me ji Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî ji hemû komeleyan û ji parlementerên me re heye, bibin dengê zarokên me. Bila edalet pêk were!”