ROJEVA 25'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-25 09:00:00     *Yeter Genç a 80 salî ku li gundê Şarko yê Islahiyê dimine bi dehan xizmên  wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Yeter, got: “Ez hê jî neçûme şîna xizmên xwe û min cenazeyê wan nedît. Ez li mal bi tenê dimînim û tu kes nema ku bê alîkariya min.” DÎMEN HEYE   * Gundê Mihaciran ku 330 malbat e di erdhêjê de hemû hilweşiya. Rayedaran piştî 10 rojan şûnde bi helîkopteran ji hewayê ve gofret avêtin gund.  DÎMEN HEYE   *Endama Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Leyla Çîte bal kişand ser konbajarê ku li ber Çemê Dîcleyê hatiye avakirin û got: "Kesên ku trawmaya civakî jiyane, dema ku ji cih û bajarên xwe tên dûrxistin û hepskirin encamên xirap derbixe holê. Ew qadeke bi têlan hatiye dorpêçkirin, bi barîkat û konên ji aliyê cerdevanan ve hatine danîn. Divê bê pirsîn ka gelo ev nêzîkatiyeke saxlem e?" BI DÎMEN    *Li gundê Pinar Huyukê 90 xanî hilweşiyan, kesên ji erdhejê rizgar bûne jî bîranîna dîrokî ya 7 hezar û 500 salan nû dikin û jiyaneke komînal avadikin. BI DÎMEN    *Bi erdhejê re bi hezaran kes di bin kavilan de man û bi hezaran kes jî ji derve bi hêviyên xwe di bin barên mezin de man. Rabîa Yalçina a bi zorê ji mirinê xilas bûye û bi rojan ji derve bê kon maye wiha got: “Dewlet tune ye. Me dewlet nedît. Bi rojan em li kuçeyan tenê û pêxwas bûn.” BI DÎMEN    *Ji Koma Piştevaniya Femînîst a ji bo Afetê, Tugçe Canbolat bi Tira Xemrî ya ji Stenbolê hat alîkarî li gelek kolan û kuçeyan belav kiriye. Tugçeyê têkildarî mijarê wiha got:"Ji bo em û jin bên gel hevdu em ê li konê jinê yê me li Semsûr veda bin. Niha jî wê Tira Xemrî biçe Hatayê û ji bo vê jî em li hêviya piştevaniya herkesî ye. Piştevanî dide jiyîn." BI DÎMEN    *Hemşîre Semra Basal ku bi dildarî di Yekîneya Tenduristiya Jinê ya li navenda koordînasyona xebatkarên tenduristiyê ya navçeya Defne de dixebite, der barê jinên şîr didin de nirxandin kir û destnîşan kir ku pirsgirêka paqijiyê û şewbê yên li herêma erdhejê xetereyeke mezin e. BI DÎMEN    * TJA û Meclîsa Jinên HDP'ê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cihanê bi dirûşmeya "Piştgiriya Jinê Dide Jiyîn" li Navenda Çand û Hûnera Kurdî Dicle Firatê deklarasyona xwe bidin. (11.00) ZINDÎ