Der barê kujerê Nîhat kazanhan de biryara girtinê 2023-02-24 19:11:00   ŞIRNEX - Di doza Nîhat Kazanhan de ku ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin, biryara girtina bersûc Mehmet Nurbakî Goçmez hat dayîn. Doza Kazanhan piştî ku ji aliyê AYM'ê ve hatibû xerakirin, ji nû ve dest pê kiribû.    7 sal berî niha li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîs Mehmet Nurbakî Goçmez, Nîhat Kazanhanê 12 salî qetil kiribû. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryar dabû ku mafê jiyanê yê Kazanhan hatiye binpêkirin û biryara dadgeha herêmî xera kiribû. Piştî biryara AYM'ê, îro danişîna dozê ji nû ve li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Cizîrê hat lidarxistin. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Hat diyarkirin ku bersûc ji ber ku haya wî jê tune bûye tevli danişînê nebûye. Dê û bavên Kazanhan, Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Amedê, Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Sêrtê, Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Mêrdînê, parêzerên Baroya Şirnexê, Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), MEBYA-DER tevlî danişînê bûn û parêzerên bersûc jî bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn.    Paşê bavê Nîhat Kazanhan,  Mehmet Emîn Kazanhan hat guhdarkirin. Mehmet Emîn diyar kir ku kurê wî hedef hatiye girtin û got: "Kurê min, belesebeb hat qetilkirin. Tenê ne kurê min, em hemû hatin kuştin. Ez dixwazim bersûc bê cezakirin."   Dê Ayşe Kazanhan jî diyar kir ku gava kurê wê ji dibistanê hatiye malê hatiye qetilkirin û got ku dixwaze cezayê herî giran li bersûc bê birîn. Piştre  parêzer axivîn û xwestin bersûc bê  girtin û cezayê herî giran lê bê birîn, ji ber ku mafê jiyanê binpê kiriye.     Piştî parastinan heyeta dadgehê biryar da ku bersûc bê girtin.    Piştî biryara dadgehê Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz li ber edliyeyê daxuyanî da û got ku ew ê dosyeyê ji nêz ve bişopînin û ji bo ku cezayê herî giran li kiryar bê birîn dê têkoşîna wan a hiqûqî bidome.