Serhildana 'Jin jiyan azadî' dewam dike 2023-02-24 12:33:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî kuştin, darvekirin û gefên dewleta Îranê bê navber dewam dikin.   Li ser serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê re 162 roj derbas bûn. Tevî kuştin, darvekirin û gefên dewleta Îranê jî nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike.   Duh li Goristana Beheştî Mihemed a li bajarê Sine, bi sedan kes li ser gora xwepêşanderek ji aliyê hêzên Îranê ve kom bûn û bi bîr anîn. Welatiyan li ser gorê bê navber dirûşmên li dijî desthilata Îranê qêriyan.   Li bajarê Çalus a dikeve Bakurê Îranê, malbata xwepêşander Emîr Hisên Natrî ku di xwestin di roja dayikbûna wî de bi bîr bînin, ji aliyê  hêzên Îranê ve hatin astengkirin. Ji ber astengiya hêzên Îranê, merasîma bibîranîn û pîrozkirina roja dayikbûna Emîr Hisên pêk nehat.   Duh yek ji xwepêşanderên Beluçistanê yê bi navê Îbrahîm Rêg bi kefalet hatibû berdan û piştre carek din hatibû binçavkirin, li navendek polîsan bi îşkenceyê hate qetilkirin.   Li Zahîdanê jî gel xwestin piştî nimêja Îniyê carek din dakevin kolanan, lê hêzên Îranê bajar dorpêç kiribûn û gef li xelkê xwarin. Hêzên Îranê li nav kolanan digeriyan û raste rast gef li xelkê dixwarin.   Di vê çarçoveyê de hêzek Besîc di nav bajarê Îslamşehir de êrişî ser peymangehek fêrbûna ziman kirin û du jinên ciwan binçavkirin. Malbatên xwendevanan li ber derê peymangehê kombûn û dijî desthilata Îranê nerazîbûna xwe nîşandan.   Tevî hemû gefên dewleta Îranê, nerazîbûn û serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike.