Ji ber dorpêçê ev 5 meh in welatî li Efrîn û Şehba bê tup in 2023-02-24 12:17:53     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber ambargoya hukumeta Şamê ya li ser Efrîn û Şehbayê ev 5 meh in tipê metbexê ji bo Efrîn û Şehbayê nikare bê şandin.    Derdora 5 mehan e hikumeta Şamê nahêle tupên gazê derbasî kantona Efrîn û Şehbayê bibin ku zêdetirî 200 hezar welatî lê hene û 3 hezar malbatên mexdûrên erdhejê ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berê xwe dayê.   Li gorî Rêveberiya Depoya Gazê ya kantonê hikumeta Şamê ji 29'ê Îlona 2022'yan ve nahêle tupên gazê derbasî kantonê bibe.   Rêveberiyê diyar kir ku mehane pêdiviya welatiyan bi 35 hezar tupên gazê heye lê hikumeta Şamê û heta beriya girankirina dorpêça li ser kantona Efrîn û Şehbayê tenê dihêle du mehan carekê 7 hezar tup derbas bibin.    Li hember vê rewşê, koçberên Efrînê yên di kamp û malên nîvwêranbûyî de dimînin, neçar dimînin xwarinê li ser êgir çêkin û ava serşuştinê û yên ji bo şîrê zarokan pêwîst germ bikin. Lê ji bo êgir vêxin, plastîkan dişewitînin û ev jî bi awayekî neyînî bandorê li ser jiyana wan dike.   Her wiha di 2 mehên borî de di encama şewitandina plastîk û bermahiyan de 2 şewat li Kampa Serdem a li gundê Til Sûsin ê navçeya Ehdasê rû dan.   Dorpêça li ser kantonê, azarên koçberan zêde dike, nexasim ku ji ber erdhejê zêdetirî 3 hezar malbat ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê hatin herêmê.   Li kantona Şehba û Efrînê 5 kampên koçberên Efrînê hene; Kampa Berxwedan li navçeya Fafîn, Serdem û Efrîn li navçeya Ehdas, Şehba li navçeya Şera û Veger li navçeya Şêrawa.