Mutahîdê AKP’î ku bû sedema hilweşinê hat girtin 2023-02-24 11:59:07     DÎLOK - Hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna li ser avahiyên ku piştî erdhejên navenda wan Mereş hilweşiyan de, Şaredarê AKP'î yê Cebelînurê û Serokê Komîsyona Herêmê Yunus Kaya ku 5 avahiyên wî li Cebelînurê çêkirin hilweşiyan, li Mêrsînê hat girtin.   Di erdhejên navenda wan Mereş çêbûn de li gorî xebatên tespîta zerarê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê; cihê ku herî zêde jî ber erdhejê avahî lê hilweşiyane navçeya Cebelînûr (Nurdagi) ya Dîlokê ye.     Li navçeyê li ser 10 hezar û 579 avahiyan  tespîta zerarê hat kirin. Li gorî lêkolînê divê 4 hezar û 787 avahî bi lezgînî bên hilweşandin. Hat zanîn ku piraniya avahiyên hilweşiyane avahiyên di pênc şeş salên dawî de û pir qatî hatine çêkirinê ne. Hat diyarkirin ku piraniya avahiyan ji aliyê CCK Grup ve hatine çêkirin. Derket holê ku xwediyê vê şirketa CCK Grup Yûnûs Kaya ye û endamê Meclisa Şaredariya Cebelînûrê yê AKP’î ye.   Hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna li ser avahiyên ku piştî erdhejên navenda Mereşê hilweşiyan, Şaredarê AKP'î yê Cebelînurê û Serokê Komîsyona Herêmê Yunus Kaya ku 5 avahiyên wî çêkiribûn li Cebelînûrê hilweşiyan, li Mêrsînê hat girtin.