Şaredariya Silopiyayê û gelê Botanê ji bo herêma erdhejê seferber bûn 2023-02-24 09:54:26     Nişmiye Guler   MEREŞ - Şaredariya Silopiyayê ya HDP’ê ji bo herêmên erdhejê bi butçeyeke hindik seferberî îlan kir. Hevşaredar Adalet Fîdan diyar kir ku di navbera gelê Botanê û mexdûrên erdhejê de pirekê avakirine û da zanîn ku wan bi rêya 100 dildaran 21 TIR alîkarî gihandine herêmên erdhejê.   Şaredariya Silopiyayê ya Paritiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî erdheja li Mereşê pêk hat ket nava seferberiyê. Şaredariya bi piştevaniya gel xwe gihand herêma erdhejê hinek be jî hewl dide ku ji bo erdhejzedeyan bibe derman.    Li hinek navçeyan Şaredariya Silopiyayê di warê gihandina xwarinê de bû şaredariya yekem. Hevşaredar Silopiyayê ya HDP’ê  Adalet Fîdan derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.    Cara ewil Şaredariya Silopiyayê xwe gihand Semsûrê   Di roja ewil a erdhejê de Şaredariya Silopiyayê û Rêxistina HDP'ê ya Bajêr maseya krîzê ava kirin û bi cihên erhdhej lê pêk hatibû têkilî hat dayin û li gor vê yekê alîkarî hatin komkirin. Edaletê diyar kir ku di vê çarçoveyê de kampanya dane destpêkirin û wiha got:"Li gor agahiyên ji me re hat, hat gotin pêdivî ji nên re heye. Me TIRA ewil a alîkariyê gihand Semsûrê. Di roja sêyemîn de alîkariya me gihand cihê xwe. Hevalên me yên hatibûn vir dan zanîn ku hîn tu alîkarî negihaştiye cihê erdhejê."   100 kesên dildar li çar bajaran xwarinê çêdikin   Adaletê da zanîn ku heta roja îro wan alîkarî gihandine Semsûr, Dîlok, Meletî û Mereşê û heta ji destên wan hatiye pêdiviyên mîna xwarin, alavên germkirinê, kinc gihandine ber destên erdhejzedeyan. Adaleta ku da zanîn wan 21 TIR alîkarî ji van herêmana re şandine û wiha domand:"Me li navçeya Bazarcixê roja sêyemîn a erdhejê me mala xwarinê ava kir. Me li Semsûrê di nava çar rojan de 14 hezar doner belav kir. Dîsa ev hefeteyeke li Narliyê ma mala xwarinê ava kir. Li vir doner û qelî tên çêkirin. Niha xizmeta vê yekê dewam dike. Kesên dildar jî tevlî xebatan bûn. Ji sedî zêdetir kesên dildar tevlî xebatan bûn û me li çar bajaran bi wan re xebat kir û ev xebat didome."   Gelê Botanê bû dilek   Adaletê bi lêv kir ku wan kampanya li dar xistine û gelê Botanê piştgirî daye vê yekê û alîkarî ne tenê ji Silopiyayê ji her herêmên Şirnexê hatine.    Çareserî di HDP'ê de tê dîtin   Adaletê bi lêv kir ku gund û bajarok ji ber feraseta rêveberiya navendî hatine îhmalkirin û wiha pê de çû:"Loma me jî wekî şaredarî hewl da xwe bigihînin cihên ku alîkarî neçûyê. Me pêdiviyên zarok û jinan bi tirên xemrî şandin cihên erdhejê. Me Tira alîkariyê teslîmî Cebelînûrê kir. Welatiyên wir diyar kirin ku ji xeynî HDP û Şaredariya Silopiyayê tu kes negihaştiye alîkariya wan. Çimkî ew jî dibînin ku çareserî HDP ye."   Pirsgirêka koordîneyê   Adaletê da zanîn ji aliyê rayedaran ve pirsgirêka koordîneyê hebû û wiha pê de çû:"Rayedar neçûn cihê pêwist. Divê AFAD'ê ji roja ewil de kon bişandaya lê belê welatiyên mexdûrên erhejê hîn di wesayitan de dimînin. Bi rojane nikarin serê xwe bişon. Nikarin kincên xwe biguherin. Di nava van welatiyan de jinê ducanî û hîn nû zaroka anîne hene. Her wiha jinên nexweş jî hene. Ev ji aliyê tendirustiyê ve jî cihê metirsiyê ye. Şaredariyên îktidarê tenê diçin li cihê erdhejê xwe didin xuyakirin. Armanca wan tenê ew e ku bên xuyakirin. Ji temasên ku em datînin mixabin em vê yekê dibînin. Armanc ne xizmet e tenê xuyakirin e. "   Ne ji qeyûm bûya wê alîkarî bigihaşta ber destên erdhejzedeyan   Edaletê bi lêv kir ku ne ji qeyûm bûya wê alîkarî bigihaşta ber destên erdhejzedeyan û wiha lê zêde kir:"Ger qeyûm tayînî şaredariyan nehatibaya kirin wê îro alîkarî bigihaşta hemû deran. Alîkariyên HDP'ê hatin astengkirin. Mirovan cara ewil bihîstin ku qeyûm tayînî depoyekê hatiye kirin. Ew pêdiviyên li depoyê ji bo erdhejzedeyan bû û ji bo ew alîkarî bên komkirin û belavkirin HDP gelekî hesas nêz bû. Dema qeyûm hat tayinkirin ew ked bi erdê de teqand. Dema qeyûm tayînî şaredariyan hat kirin îradeya gel hat xespkirin û dema qeyûm tayînî wan depoyana hat kirin dîsa îradeya gel hat xespkirin. Destdanîna ser van alîkariyana tê wateya cezakirina gel. Armanca ew e ku pêşiya gelê ku baweriya xwe bi HDP'ê tîne bibire. Dewletê peywira xwe bi cih neanî. Lê belê HDP'ê ev yek pêk anî. Ji bo girêdana di nav gel û HDP'ê de bi dawî bikin qeyûm tayin dikin. Ev di heman demê de rantek e. Bi rêya qayûman çawa xwestin rantekê bi dest bixin dîsa xwestin rantê bi dest bixin. Dîsa xwestin girêdana di navbera gelan de bi dawî bikin. Nayê hesabê îktidarê ku gel bi xwe li ser piyan bisekine. Dixwazin vêya têk bibin."   Wê di nava gelan de pirek bê avakirin   Adaletê herî dawî da zanîn hem wekî şaredarî hem jî wekî partî ew ê li ba gel bin û hemû derfetana seferber bikin û wê di nava gelan de pirek bê avakirin.