Kampanyaya ‘Em malbatan tînin ba hev’ destpê kir 2023-02-23 15:51:10   AMED - Ji bo piştevanî û alîkariya mexdûrên erdhejê, Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê kampanya “Em malbatan tînin ba hev” da destpêkirin û wiha hat gotin: "Em ê birînên xwe tev bi hev re derman bikin. Em ê jiyanê tev bi hev re ava bikin."   Navenda Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji roja ewil a erdhejê ve ji bo piştevanî û alîkariya mexdûrên erdhejê dest bi xebatan kiriye û niha jî kampanya “Em malbatan tînin ba hev” li xebatên xwe zêde kir. HDP’ê ji bo ragihandina kampanyayê li avahiya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê civîn li dar xist. Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê Ozlem Gunduz a ji Rêxistinkirinê Berpirsiyar e û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP’ê Serhat Eren tevli civînê bûn. Ozlem bi tirkî daxuyanî da û Serhat jî bi kurdî daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "17 roj di ser erdhejê re derbas bû. Erdhej li Mereş, Hatay, Dîlok, Osmaniye, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Edene, Kîlîsê û Rojava pêk hat û hîna jî bandora erdhejê bi awayekî giran didome. Em hewl didin ku birînên xwe bipêçin, piştevaniya gelên xwe bikin. Di vê geremolê de sê roj berê li Hatayê erdhejeke sêyemîn pêk hat û em careke din êşiyan.   Îktîdarê deh caran malan xirab kir   Hîna jî bi hezaran mirov li bin avahiyên xerabûyî li benda alîkariyê ne. Bi hezaran kes li ser kavilan bihêvî li benda cenazeyan in. Li hemberî me îktîdarekê heye ku nikare koordîne bibe, zilm û zordarî li xelkê dike. Heke erdhejê carekê mala me xera kiribe, vê îqtîdara bêwijdan û bêrehm deh caran mala gelên me xera kir.   Me bi hezaran TIR’ên alikariyê şand lê têr nake   Em ji kêliya ewil a erdhejê ve bi koordînasyonên xwe yên navendî û herêmî 24 saet bênavber xebitîn û hîna jî xebatên xwe didomînin. Me nêzî hezar tir alîkarî gihand afetzedeyan. Bi navendên xwe yên piştevaniyê me hewl da bigihîjin hemû afetzedeyan û dest bidin wan. Me hewl da êş û azarên wan kêm bikin, li cem wan bin û birînên xwe derman bikin. Ji bo bi sedan malbatan me kon veda, me bi sedan malbat li malan bi cî kir û em vê xebatên berdewam dikin.     Alîkariya domdirêj lazim e   Lê belê ev têrê nake ji ber ku karesat pir giran e. Bi milyonan hemwelatî hîna jî di şert û mercên pir xedar de dijîn. Em dizanin em ê vê pêvajoya zehmet bi piştevanî û tevkariyê derbas bikin. Ji ber ku ev êş ya me hemûyan e û birînên xwe jî em ê tev bi hev re bipêçin. Em ji bo demeke dirêj pirên piştevaniyê ava bikin em dikarin vê pêvajoya giran derbas bikin.     Em malbatan tînin tên ba hev   Berpirsyariya ku dikeve ser milê me; divê em alîkariyên ku heta niha me kiriye mezintir bikin, li dijî vê pergala bêwijdan û bêrehm em tora piştevaniya civakî xurttir û saxlemtir bikin. Berpirsyariya ku dikeve ser milê me; divê wek malbat û hemwelatî em bên ba hev, bi afetzedeyan re bibin heval û hogir, bibin xwişk û bira û em derfetên xwe ji wan re vekin, ya xwe bi wan re parve bikin.    Bi vê hişmendiyê; Em kampanyaya 'Malbatan tînin ba hev' didin destpêkirin li ser bingeha hevaltî û piştevaniyê. Û em tev bi hev re dibêjin 'Dest bi dest mil bi mil'   Em di nava malbatan de pirek ava dikin   Em hewl didin ku hemwelatiyên ku dixwazin piştevaniyê bikin bi malbatan re bînin ba hev û di navbera wan de pirekê ava bikin. Ji ber ku em dizanin piştî bandorên şênber ên erdhejê derbas bibin, piştî kavil bên rakirin gelê me dê bi çi zor û zehmetiyan re rû bi rû bimînin. Divê em piştgiriya mexdûrên erdhejê bikin ku di vê qeyrana aboriyê de erdhej li wan qewimiye û hezkiriyên xwe, malbatên xwe, nas û dostên xwe, mal û milkê xwe ji dest dane. Lewma me biryar da ku kampanyayeke demdirêj bidin destpêkirin. Em dixwazin xêrxwazan bi afetzedeyan re bînin ba hev û destê piştgiriyê dirêj bikin.    Ji bo ku malbatek bikare herî kêm 4 mehan debara xwe bike, em dixwazin di navbera xêrxwazan û afetdezeyan de pireke piştevaniyê ava bikin. Em ligel wan kesan in ku karê xwe, malbata xwe, mala xwe ji dest dane.    Armanca kampanyaya me hew ji bo alîkariya madî nîne, herwiha em dixwazin di navbera hemwelatî û malbatan de pêwendiyên zexm û mayînde jî ava binin.    Em dixwazin bibin wesîle ku hemwelatî, zarok, ciwan bikarin ji hevdu re nameyan bişînin, xem û keserên xwe, hêvî û baweriyên xwe bi hevdu re parve bikin. Em dixwazin bibin wesîle ku di navbera xwe de hevaltiyeke mayînde ava bikin.    Hemwelatiyên ku ji vê bobelatê derbas bûne û malbatên ku dixwazin piştgiriyê bikin mil bi mil in û em ê bi hev re jiyanê ji nû ve ava bikin.    Em ê birînên xwe tev bi hev re derman bikin. Em ê jiyanê tev bi hev re ava bikin.