Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin 2023-02-23 14:27:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin.   Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.   Ji bo dîtina Ocalan ku 22 meh in agahî jê nayê wergirtin, parêzer hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê bersiv ji serlêdanê re nayê dayin.   Sepaneke fiîlî   Biryara qedexeya hevdîtina bi malbatan re ku ji ber cezayê disiplînê yê di 3’yê sibatê de hatibû dayîn, di 7’ê hezîranê de bi dawî dibû. Li ser vê yekê parêzerên Ocalan serî li Dadgeriya Înfazkirina Cezayan a Bursayê dan. Parêzeran di serlêdana xwe de diyar kirin ku dema cezayê disiplînê bi dawî bûye lewma jî divê hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina bi malbatê re bên rakirin û heke cezayên nû yên disiplînê hebin jî di vê mijarê de bên agahdarkirin. Dadgeriyê rojek piştre bersiv da serlêdana parêzeran û got ku cezayên disiplînê hêj bi awayeke fiîlî didomin û bi vê hincetê serlêdana parêzeran red kir.   Li ser redkirina serlêdanê, parêzeran di 15’ê hezîranê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê îtîraz kir.   Îtiraz red kir   Dadgehê di 23’yê hezîranê de bersiva îtîrazê da. Di bersivê de dadgehê destnîşan kir ku Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Girtîgeha Îmraliyê di 31’ê gulanê de li Abdullah Ocalan û girtiyên din cezayê displînê yê ji bo 3 mehan biriye û îtiraz red kir.   Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re    Dadgeriya Înfazkirina Cezayan a Bursayê di 12’ê cotmeha sala 2021’ê de cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran a ji bo 6 mehan dabû Abdullah Ocalan. Qedexeya hevdîtinê di 22’yê nîsanê de bi dawî dibû. Lê dîsa jî destûr nehat dayîn ku parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Tevahiya serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bêbersiv hatin hiştin. Li ser vê yekê parêzeran di 29’ê nîsanê de dîsa serî li Dadgeriya Înfazkirina Cezayan a Bursayê dan. Dadgeriyê di heman rojê de bersiv da û daxwaza hevdîtinê dîsa red kir. Di “hinceta” redkirina daxwaza hevdîtinê de hat destnîşankirin ku dadgeriyê di 13’ê nîsanê de ji bo 6 mehan biryara qedexeya hevdîtinê daye. Têkildarî hinceta qedexeyê dîsa tu agahî bi parêzeran re nehatin parvekirin.   Hevdîtin hat birîn   Abdullah Ocalan cara ewil di 27’ê nîsana sala 2020’î de karî ji mafê xwe yê hevdîtina ser telefonê sûd bigire. Piştî ku têkildarî Abdullah Ocalan li ser medyaya dîjîtal çendek agahî hatin parvekirin, bertekên raya giştî zêde bûn. Bi mezinbûna bertekan re Abdullah Ocalan di 25’ê adara 2021’ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li ser telefonê axivî. Lê belê Mehmet Ocalan da zanîn ku hevdîtina wan di nîviyê de hatiye qutkirin.   Destûra hevdîtinan nayê dayîn   Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan, herî dawî di 2-22’yê gulanê, di 12-18’ê hezîranê û di 7’ê tebaxa sala 2019’an de karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ji wê rojê heta niha jî destûra hevdîtinan nayê dayîn.