Daxwaza berdana rojnamegeran hat redkirin 2023-02-23 14:21:04     ENQERE  - Dadgehê daxwaza berdana rojnameger sê meh û nîv e girtî ne red kir û danişîna ewil a dozê wek 16’ê gulanê diyar kir.    Lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Zafer Ergun derheqê Nuçegîhanên me Oznur Deger û Hebîbe Eren û Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Selman Guleryuz, Emrûllah Acar ku girtî ne û nûçegihana MA’yê Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan Ê ku demeke kin li Buroya MA’yê ya Enqereyê weke stajyer xebitî bû û negirtî tên darizandin de dabû destpêkirin, temam bû. Rojnameger di çarçoveya lêpirsînê di 25’ê cotmeha 2022’yan de hatibûn binçavkirin û ji wan 9 jê di 29’ê cotmehê hatin girtin û şandin Girtîgeha Sîncanê. Dozger, Aggoz bi şertê “Hefsa malê” û Gunhan jî bi şertê kontrola edlî berdabû. Piştî îtîrazê, biryara “hefsa malê” ya Aggoz hatibû betalkirin û biryara şertê kontrola edlî hatibû dayîn.  Roja danişîna dozê hat diyarkirin.    Îdianame piştî sê meh û nîv derbarê rojnamevan de 17’ê sibatê hat amadekirin û beşek mezin a îdianemyê ji nûçeyên MA’yê pêk tên ku 149 nûçe wek “delîl” lê hatine barkirin. Her wiha sê caran di îdanameyê de cih dane dîroka damzerandina PKK-KCK’ê. Her wiha di îdianameyê de îfadeyên şahidên navê wan veşarî û navê wan eşkere jî cih girtin.    4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê îdia dike ku rojnameger “endamên rêxistinê ne” û doznameyê bi awayî qebûl kiriye. Heman roja ku îdianame hat erêkirin, parêzerê rojnamegeran Resûl Temûr bi daxwaza berdanê serlêdan kir lê dadgehê serlêdana wî red kir.  Her wiha dadgehê biryar da ku şertê kontrola edlî ya derbarê Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan de jî berdewam bike.    Danişîna ewil a doza rojnamevanan dê di 16’ê gulanê de bê lidarxistin.