Li Cindirisê alîkariyên ji bo kurdan ji aliyê çeteyan ve tên astengkirin 2023-02-23 12:32:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Cindirisê alîkariyên ji bo kurdan ji aliyê çeteyan ve tên astengkirin. Welatiyên Kurd ên ji Cindirêsê ku mexdûrên erdhejê ne, diyar dikin çete nahêlin alîkarî bigihêjin wan. Di dîmenên nû yên li ser medyaya dîjîtal hatine belavkirin de, azara şêniyên Kurd ên navçeyê xuya dibin.   Li ser medyaya dîjîtal dîmenekî nû hate belavkirin. Di dîmen de, jineke Kurd tevî hin kesan li kolanekê li ber êgir rûniştiye û dibêje "Em bê mal in". Her wiha jineke din li rex kavilan tevî 3 zarokan rûniştiye û li gorî kesê di dîmen de diaxive, navên zarokan Lava, Fatme û Cano ne û di erdhejê de dayika wan jiyana xwe ji dest daye, rewşa bavê wan jî giran e û li nexweşxaneyê ye.    Kesê di dîmen de diaxive, bi awayekî neeşkere behsa cudakariya li dijî Kurdan dike ku dewleta tirk û komên girêdayî wê alîkariyan nadin wan lê didin kesên ji derveyî herêmê hatine û li şûna şêniyên resen bi cih bûne.