PDK nahêle alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê derbasî Rojava bibe 2023-02-23 12:27:48     NAVENDA NÛÇEYAN - Heyva Sor a Kurd diyar kir ku PDK nahêle karwanên alîkariya mirovî yên ji bo mexdûrên erdhejê di deriyê Pêşxabûrê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.   Heyva Sor a Kurd duh (22'yê Sibatê) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku deriyê Pêşxabûr (di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de li aliyê Başûr) rê nade ku alîkariyên mirovî yên herêmî û navneteweyî bikevin herêmê û bigihêjin herêmên Sûriyeyê yên ku erdhej lê çêbûye.   Daxuyaniya Heyva Sor a Kurd wiha ye;   “Ji ber erdheja 6'ê Sibatê, karesatek mirovî ya mezin çêbû û zirarên mezin gihaştin gelê herêmê. Civaka herêmî û navneteweyî ji bo pêşkêşkirina alîkariyên madî û manewî ji mexdûrên erdhejê re hewldanên mezin dan. Ji ber ku baweriya wan bi Heyva Sor a Kurd tê, xwestin ev alîkarî bi rêya wê bigihêjin herêmên erdhejan.   Lê mixabin, bêyî ku sedem bên zanîn, gelek astengî derketin pêşberî me. Herî dawî duh (21'ê Sibatê) derbasbûna karwanekî alîkariyên mirovî ji aliyê deriyê Pêşxabûr û desthilatên girêdayî wê ve hat astengkirin.”   Heyva Sor a Kurd mîna van biryaran red dike û bê wate dibîne û mafê wan e ku alîkariyên ku ji aliyê civakên baweriyê bi wan tînin ve tên şandin, bigihînin herêmên tên diyarkirin.   Divê aliyên derbaskirina alîkariyan asteng dikin, ji biryara xwe paş de vegerin û ji bo alîkariyê hemû derî û rêyan vekin.”