Her şitilek jiyanek bû lê di bin kavilan de man 2023-02-23 10:24:57     Sema Çaglak   DÎLOK - Li Cebelînûrê li malê çîrokek heye û ev çîrok dê bi salan zîndî bimîne. Yek jî wan xwediyê serayê ya li Cebelînûrê ye, bi 12 xizmên xwe ve di bin kavilan de maye û jiyana xwe ji dest daye.    Di 6'ê Sibatê de 11 bajar ji erdhejê bi bandor bûn. Bi hezaran kes jiyana xwe ji dest da, birîndar bû û di bin kavilan de man. Yek jî wan deran navçeya Cebelînûr a Dîlokê ye. Navçe bi yek carî bi gundên xwe re ji erdhejê bi bandor bû û hilweşiya. Tabloya giran a li vir roj bi roj bêtir derdike holê û mirovan matmayî dikir.    Di ketina navenda Cebelînûrê de serayek bala mirovan dikişîne. Li vir kulîkên curbicur, şitên cuda yên fekiyan hebûn lê bi erdhejê re her yek belavî derekî bibûn. Ev şitil jiyanek temsîl dikir û her jiyanek belavî derekî bibû. Li benda xwedîderketinê bûn. Piştî ewqas rojan kesek li serayê dest bi komkirina derdorê dikir.    Ne xwediyê serayê bû û tenê ji bo xwedî li derketinê hatiye serayê. Xwediyê vê serayê bi 12 xizmên xwe ve di min kavilan de maye û jiyana xwe ji dest daye. Me li vir jî dit li her deverê erdhejê çirokek heye û ev çîrok dê bi salan zindî bîmîne.