ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2023'YAN 2023-02-23 09:00:00     * Emel Muhammed a ku ji ber erdhejê nekarî têkeve mala xwe ya li taxa Etîlerê li baxçeyê mala xwe kon veda, lê ji aliyê keyayê taxê ve ji bo rakirina kon bi bîrina cezayê pere hat tehdîtkirin. Emelê got: "An bila bihêlin em kon vedin an jî bila pirsgirêkê çareser bikin." BI DÎMEN   *Desthilatdariya ku piştî erdhêjê wek mizginiyekê got wê deyndê bacê taloq bike, 10 hezar pere alîkarî bide erdhejzedeyan, beramberî deynê bacê hacîz dike. Parêzer Umran Hakverdî got ev di alî hiqûq û wijdanê de nayê qebûlkirin.    *Piştî ku erdhej çêbû, li bajarên herêma erdhejê pêla koçberiyê dest pê kir. Şêniyên gundê Qoto yê girêdayî navçeya Islahiyeya Dîlokê destnîşan kirin ku ew ê xwedî li axa xwe derkevin û bang xwedî li welatê xwe derkevin kirin. DÎMEN HEYE   *Jinên Wanî erdheja ku berê jiyan kirine bi bîr xistin û diyar kirin ku dewlet piştî erdheja ku di 6'ê sibatê de pêk hatî ji bo alîkariyê neçû herêmên erdhejê welatî bi rojan di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan û gotin: "Dewlet heye, lê me nedît. Dewleta me gelê me ye.” BI DÎMEN