Piştî astengiya 15 rojan karwanê Heyva Sor a Kurd derbasî Şehbayê bû 2023-02-22 13:12:29     NAVENDA NÛÇEYAN - Karwanekî alîkariyê yê Heyva Sor a Kurd ku ji 3 qemyonan pêk tê, gihîşt Kantona Şehbayê.   Piştî 15 rojan ku bendên kontrolê yên hikumeta Şamê nehişt karwan derbas bibe, îro karwanê alîkariyan ê Heyva Sor a Kurd ku ji 3 kamyonan pêk tê, derbasî Şehbayê bû. Barê kamyonan derman, pêdiviyên tibî û alîkariyên sereke ne.   Bendên kontrolê yên hikumeta Şamê di çarçoveya siyaseta dorpêçê ya li dijî koçberên Efrînê de, 15 roj e nahêle karwan derbas bibe.   Alîkarî dê li koçberên Efrînê û mexdûrên erdhejê were belavkirin.