'Civak wê kesên ku sûcê mirovahiyê dikin ji bîr neke' 2023-02-22 12:05:57     RIHA - Malbata Şenyaşar ku di roja 702’yan de Nobeta xwe ya Edaletê didomîne li ser hesabÊ xwe yÊ medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Yên ku sûcê mirovahiyê dikin, wê civak wan ji bîr neke! Niha erka me ew e ku em bîra civakê zindî bihêlin.”   Xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Malbata Şenyaşar di roja 702’an de çalakiya xwe berdewam kir.   Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Yên ku bi hêza siyasî sûcê mirovahiyê dikin, wê civak wan ji bîr neke, erka me jî ew e ku em bîra civakê zindî bihêlin û nedin jibîrkirin. Dema desthilata siyasî biguhere, dadgehên serbixwe dê wan kesên xwe li pişt Erdogan vedişêrin yek bi yek darizînin.”