‘Civak hevdu bi hêz dike’ 2023-02-22 10:33:38     Medya Uren   SEMSÛR - Dildara di Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê de cih digire, derûnas Aylîz Aylîna ji roja destpêkê ya erdhejê ve li qadê dixebite çavdêriyên xwe parve kir û got: “Li cihên erdhejê koçberiyek mezin heye. Ev jî bandorê li ser zarokan dike. Di cihên civak bi awayekî komîn dijîn de travmayên zarokan zûtir têne derbaskirin. Lê dema malbat, zarok bi tenê dimînin tirsa wan bêhtir mezin dibe.”   Di 6'ê Sibatê de navenda wê Bazarcixa Mereşê bi pîleya 7.7 erhej pêk hat û ev yek bandorê li ser welatiyan dike. Li bajarên erdhej lê pêk hatiye koçberiyê dest pê kiriye. Ev jî bandorê li ser derûniya gel dike. Bi taybetî jî di aliyê derûniyê de pirsgirêk ji bo jin û zarokan dertê. Xebatkara tendirustiyê derûnas Aylîz Aylîna ji rojên yekem ve li cihên erdhejê yên weke Bazarcix û Semsûrê xebatê dide meşandin çavdêriyên xwe bi ajansa me re parve kir.   ‘Zarok xwe bi tenê dibînin’   Aylîzê diyar kir ku wê ji rojên yekem ve hewl da ji bo pêdiviyên sereke yên weke starbûn û xurekan bibin alîkar. Aylîz got piştî rojên destpêkê jî bi taybetî pêdiviyên jin û zarokan bi derûnasan hebû û wê jî hewl da di vî warî de bibe alîkar. Aylîz çavdêriyên xwe yên li qadê wiha parve kir: “Hinek li navendên tendirustiyê yên koordînasyonê ava kirine û hinek jî li gundên geriyame şansa min a çavdêriyê çêbû. Ya me dîtiye bi taybetî di zarokan de bê bawerî zêde hebû. Xaniyên wan xira bûne, dibistana wan xira bûne û ev hemû jî li ser wan bandorê dike. Di bûyerên wisa de bi hevrebûna wan di heman holê de rawestîna wan baweriyê dide û xwe baştir hîs dikin.”   ‘Civak bi hev re hêzek e’   Aylîzê bal kişand ser koçberiyên her ku diçe zêde dibin û got: “Bi erdhejê re zêdetirî welatiyan ji bajêr dûr ketin. Li hinek gundên em lê xebitîne jî li dijî koçberiyê bi hevrebûnek hebû. Gelek pêdiviyên xwe, xebatên xwe bi awayekî komîn bi hev re didin meşandin. Li deverên koçberî kêm çêbûne û welatî bi hev re birînên hev dipêçin de jî zêdetir saxbûnek heye. Di aliyê derûnî û civakî de jî xwe baş hîs dikin. Lê li deverên koçberî hene ango zarokek tenê maye yan jî çend zarok maye rewş gelek cuda ye. Em li vir dikevin ferqa hêza bihevrebûnê.”   ‘Divê bi jinên zarok anîne peywendî were danîn’   Aylîzê da zanîn yek ji xalên din ên li ser were rawestîn jî jinên nû zarok anîne. Aylîzê wiha li ser dayikan xeber da: “Jinên ducanî, yên nû zayîne jî xwe bi tenê dibînin. Bi taybetî yên zarok anîne bêhtir zehmetiyan dibînin. Li gel berpiryariyên temaşekirina zarok ên fîzîkî, di aliyê derûnî de jî pêdiviyên wan hene. Ger derûniya dayikê ne baş be bandor li ser tîmarbûn, tendirustî û ewlehiya zarok jî dike. Ger baş be jî di şert û mercên awarte de barê temaşekirina li zarokan jî heye. Ev pirsgirêkên heyî jî bi xwe re acizbûnekê peyda dike. Jin gelekî nêzî parvekirina van pirsgirêkan û çareserkirinê nabin. Divê zêdetir li rewşa jinan were temaşekirin û bi wan re bikevin nava peywendiyê de.”   ‘Divê bi tenê neyên hiştin’   Aylîzê da zanîn ji ber erdheja heyî perwerdeya li ser dîjîtalê hate destpêkirin lê mexdûrên erdhejê nikarin van derfetana bi dest bixin. Aylîzê wiha berdewam kir: “Rewşa perwerdeyê jî ji bo malbatan û zarokan jî pirsgirêkek girîng e. Divê ji bo rewşa perwerdeyê, jiyana heyî, jiyana civakî bingehek were xuliqandin. Herkes ji rewşa xwe, ji pêşeroja xwe bi guman e. Wê çi bibe, wê çi bikin nizanin. Her koçberiyek jî dibe sedema travmeyên mezin. Bûyerek wisa ya di demê nêz de qewimiye heye. Mêrekî 65 salî ku ji erdheja Bazarcixê rizgar bûye dişînin gel kurê wî yê li Qibrisê ye û li wir jî ji ber travmaya jiyaye întîxar dike. Divê kesên mexdûrên erdhejê ne bi tenê neyên hiştin.”   ‘Ji bo travma kûr nebin em li gel hev bin’   Aylîzê da zanîn ji bo travma mezin nebe divê gel li ba hev bin û wiha got: “Pirsa tu çawa yî jî li ser derûniya jinan bandorek erênî dike. Di jinan de ji ber helwestên civakî travmayên mezin hene û li gel wê jî pirsgirêkên li ser hev kom bûne hene. Êdî pirsgirêkên heyî bi awayê fîzîkî jî bandora xwe nîşan dike. Divê em zarokan û jinan bi tenê nehêlin. Ger em di vê pêvajoyê de bi tenê bihêlin wê nikaribin êdî travmaya ji ser xwe biavêjin. Wê kûrtir bibe û êdî zû bi zû bi ser xwe ve neyên. Divê mamoste, derûnas di vê mijarê de bêhtir bikaribin li gundan bigerin û bibin alîkar. Divê bi hêviyên rast re em bikaribin wan bi ser xwe ve bînin. Heta kes dikare bi hewldanên xwe li ser lingan bisekinin divê em alîkar bin.”