ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2023'YAN 2023-02-22 09:00:00     *Endama Koordînasyona HDP’ê Evîndar Aydin têkildarî pêdiviyên tên bicihanîn û konên  HDP’ê li Semsûrê vedaye axivî û got: “Me pêdiviyên domdar ên welatiyan berçav girt. Me di aliyê tendirustî, derûnî û li gorî avhewayê ev kon vedan. Ya herî sereke jî ew bû ku pêdiviyên zarok û jinan berçav hatin girtin.” DÎMEN HEYE   * Ji Tifaqa Azadî û Kedê, berdevka TOP'ê Nîlay Kuş, diyar kir ku erdhej bandor li hemû gelên Tirkiyeyê kir û got ku dê bi hev re xebatên xwe ya komînal bidomînin û piştevaniya gelê xwe bikin. BI DÎMEN    *Zelîha Kaya li Parka Koşûyolu ya Rêzanê li gorî derfetên xwe konveda û 14 kes niha di konê de dijîn û got: "Ev roj rojên zehmet in û divê em xwedî li hevdû derkevin û piştevaniya hevdû bikin." BI DÎMEN   *Endama Lijneya Rêveberiya SERHAT GOÇ-DER'ê Ayten Kiran, da zanîn sedema îlankirina OHAL'ê hedefgirtina piştevaniyê û penaberan e û bertek nîşanî vê yekê da.  BI DÎMEN   *Dildara di Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê de cih digire, derûnas Aylîz Aylîna ji roja destpêkê ya erdhejê ve li qadê dixebite çavdêriyên xwe parve kir û got: “Li cihên erdhejê koçberiyek mezin heye. Ev jî bandorê li ser zarokan dike. Di cihên civak bi awayekî komîn dijîn de travmayên zarokan zûtir têne derbaskirin. Lê dema malbat, zarok bi tenê dimînin tirsa wan bêhtir mezin dibe.” BI DÎMEN   *Jinên li gundên navçeya Islahiyeyê behsa pirsgirêkên ku dijîn kirin. Jinan, destnîşan kirin ku gundê wan wêran bû lê heta niha pirsgirêkên wan nehatin çareserkirin. DÎMEN HEYE   *Hatîce El Heso ya 16 salî di roja 2 -3’yan a erdhejê de bi birîndarî ji bin kavilan tê derxistin û ji wê rojê ve wenda ye. Ap û jinapa Hatîce bang kirin ku Hatîce demildest were dîtin an jî xeberek ji bo malbatê were dayîn. DÎMEN HEYE   *Ji aliyê HDP’ê ve ji bo bajarên ku erdhêj li wan çêbûye Koordînasyona Krîzê ya ku hat avakirin her diçe bi piştevaniya tê kirin mezin dibe. Jinên ku ji Êlîhê hatin Cebelînûrê destnîşan kirin ku bi xeleka piştgiriyê rihê komûnal pêş dikeve. DÎMEN HEYE   *Ziman nasnameya her neteweyekî ye û ger civatek bixwaze daxwaza netewîbûna xwe bike divê di pêş de zimanê wî neteweyî hebe û xwedî li zimanê xwe derkeve. Ziman diyardeyeke civakî ye û bi mezinbûna civakê re pêş dikeve û yek ji wan diyardeyan e ku digel mirovan dimîne. Ziman xezîneya pir buha ya netewan e lewma jî netew bi zimanê resen û standar tê nasîn. JI PÊNÛSA JINAN