Cenazeyê Cemîle Çîftçî hat definkirin 2023-02-21 20:49:29   WAN- Cemîle Çîftçî  a HPG'î ku di 2021'ê de li Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wê radestî malbatê hat kirin û li Wanê hat definkirin.    Cenazeyê Cemîle Çîftçî  a HPG'î ku di 22'yê Îlona 2021'ê de li Çiyayê Cûdiyê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, duh bi şev radestî malabata wê hat kirin. emîle ku piştî jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wê rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbata Cemîleyê di dawiya sala 2021'ê de ji bo wergirtina cenaze serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dabû. Dozgeriyê jî doza nimûneya DNA'yê li malbatê kiribû.     Piştî ku encama DNA'yê diyar bû, malbatê duh cenaze wergirtibû.    Cenazeyê Cemîle duh piştî wecîbeyên olî, li Goristana Seyrantepe ya li navenda bajêr hat definkirin