Li Semsûrê ji bo zarokan çalakî tên lidarxistin 2023-02-21 11:38:30   SEMSÛR - Tora Koordînasyona Krîzê ya Rêveberiya Mafê Zarokan a Amedê li Semsûrê ji bo zarokên mexdûrê erdhejê ne, li bajarê konan yê HDP’ê ava kiriye çalakiyê li dar dixin.   Tora Koordînasyona Krîzê ya Rêveberiya Mafê Zarokan a Amedê ji bo zarokên mexdûrê erdhejê ne, li bajarê konan ê Kordînasona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  li Semsûrê ava kiriye çalakiyên zarokan li dar dixin. Koordînasyona bi 15 endamên xwe re çalakiyên weke wênexêzî, çêkirina peykeran, nirxandina amûrên nayên bikaranîn û her wiha bi strîna stranan û lîstikan re zarok kêfxweş kirin.   Tê plankirin ku her roj ev çalakî berdewam bikin.