Ligel êriş, koçberî û erdhejê hewl dide bijî 2023-02-21 11:33:34     Rojda Aydin - Rozerin Gultekîn   AMED -  Rojda Haci Îbrahîm ji ber êrişên li hemberî Kobanê berê xwe da bû Amedê, li vir jî ji ber erdhejê neçar ma ku li Parka Koşûyolu ya Rêzana Amedê kon vede û bi alîkariya dildaran jiyana xwe didomîne.     Erdheja ku di 6'ê Sibatê de pêk hat bandorê li 10 bajaran kir û gelek navçe û gund zerareke mezin dît. Di vê erdhêjê de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes jî birîndar bûn û hîn jî bi hezaran cenaze di bin kavilan de nehatine derxistin. Duh jî li Samandagiya Hatayê bi pileya 6,4'an erdhej çêbû û bandorê li Amed, Edene û gelek bajarên din jî kir. Her wiha hat diyarkirin ku erdhej li Sûriye, Misir û Lubnanê jî hatiye hîskirin.   Li Amedê jî bi sedan kes di bin avahiyan de man û jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran avahî jî di encama erdhêjê de zirarê dîtin û ji ber vê yekê welatiyên ku xaniyên wan zirarê dîtine di konan de dibinin. Li Parka Koşûyolû ya navçeya Rêzan a Amedê ku konên hatine danîn de kesên ku yek jê dimîne jina bi navê Rojda Haci Îbrahîm e.   Rojda bi eslê xwe ji bajarê berxwedan û têkoşînê Kobanê ye. Di 15'ê îlona 2014'an de çeteyên DAIŞ êrişên bir ser Kobanê. Di van êrişan de Yekîneyên Parastian Jinê (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo parastina axa Kobanê ya li dijî Dewleta Tirk ketin tevgerê. Di encama van êrişan de li Kobanê ku berxwedaneke mezin hat dayîn de, li aliyekî dinê jî di encama êrişan de xaniyan welatiyan hemû hatin wêrankirin. Xaniyên Rojda ku ji ber şer hemû hilweşiya, bi hin endamên malbata xwe ve neçar dimine ku berê xwe bide Amedê. Rojda ya ku bi rêçber heta sînorê navçeya Pîrsûsê ya Rihayê tê, piştre ji wir jî tê li Amedê bi cih dibe. Rojda bi malbata xwe re 9 sal in li Amedê dijî. Lê di erdhêja 6’ê Sibatê de xaniyên Rojda ya li taxa 5 Nîsan a navçeya Rêzana Amedê ye cara duyemîn zirarê dimîne û bê xanî dimîne. Rojda ji ber ku xaniyên wê zirarê dîtiye ditirse ku biçe bimîne û ji ber vê yekê di kon de li Parka Koşûyolû yê dimîne.      Rojda ya ku di kon de dimîne, ji me re behsa şert û mercên jiyana xwe kir.               'Ji ber êrişan xaniyên me hilweşiyan'   Rojda, bi bîr dixe ku jiyana wan a Kobanê beriya şer gelek xweş bûye û ew di nava aramî û xweşiyê de dijiyan. Rojda, piştî DAIŞ'ê êriş bir ser Kobanê kevir li ser kevir nemaye û şerek dijwar hatiye jiyîn. Rojda, diyar kir ku bi sedan kes ji ber êrişan Kobanê terk kir û wiha berdewamk kir: “Ji ber êrişan em jî neçar man ku birevin. Xaniyên me ji ber êrişan hilweşiya. Me bêwar hîştin. Me xaniyê xwe yê Kobanê bi hêviyek mezin çêkiribû, lê Dewleta Tirk di şer de hilweşand. Xanî ji me re nehîştin. Em ji êrişan revin û hatin Amedê. Niha jî li vir heman tiştî em dijîn. Rewşa me kurdan hertim wiha ye."   9 sal in li Amedê dijîn   Rojda, bi lêv kir ku di êrişên Kobanê de nêzî 20 xizmên wê jiyana xwe ji dest dane û wiha pê de çû: “Jiyana me ya li Kobanê gelek xweş bû. Em bi gelê xwe re di nava xweşiyê de dijiyan. Gelê Kobanê ji bo xwe û axa xwe biparêze çek hildan û li ber xwe dan. Lê ji ber êrişan tu avahiyeke saxlem nema. Ez ji bo zarokên xwe ji bajêr derketim û min axa xwe terk kir. Ji Kobanê ber bi sînorê Pîrsûsê ve meşiyan. Em sê rojan li sînor man. Heta ku em gihîştin Amedê rewşên gelek zor û zehmet jiyan. Ji Pîrsûsê em bi erebeyan hatin Amedê û ev 9 sal in jî em li vir in.”   Xaniyên wê erdhêjê de zirarê dîtiye   Rojda, bi bîr xist ku ew 9 sal in li taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rêzanê de dijî û got piştî ku hatine Amedê bi cih bûne ji xwe re jiyanek nû ava kirine. Rojda, da zanîn ku erdhêja ku di 6’ê Sibatê de pêk hat de xaniyên wê jî xisar dîtiye û ji ber vê yeke nikare biçe bikeve xaniyên xwe. Rojda, diyar kir ku ji ber vê yekê bi zarokên xwe re di konekî de dimîne û wiha axivî: “Hevjînê min li vir ji ber di karekî sîgorteyê de dixebite dewlet alîkariyê nade me. Ji ber ku em kurd in û koçberin ev cudahî li dijî me tê kirin. Alîkariyên ku tên dayîn jî kesên dildar anîn belavkirin. Xaniyê me jî di erdhêjê de deriziye. Ji ber vê yekê em ditirsin ku biçin mala xwe. Komîsyona tespîtê hat tespîta hinek deriziye da. Lê em naxwazin di vê rewşê de biçin malê. Em nizanin ku çi bikin.”            ‘Ew der ji bo me gelek xereye’   Rojda, da zanîn ku komên girêdayî AFAD’ê dixwazin wan ji parka Koşûyolû bibin li ser rêya Farqînê di konên ku hatine amadekirin bi cih bikin û wiha domkir: “Em ji ber erdhêjê reviyan hatin û li Parka Koşûyolu me kon danî. Lê niha dixwazin me ji vir rakin bibin li ser rêya Farqînê. Lê em vê yekê qebûl nakin. Ji ber ku ew der ji bo me gelek xetereye. Lê ew dibêjin em ê van konan ji vir rabikin. Alîkariyên ku tên belavkirin nadin me. Didin hemûyan nadin zarokên me. Alîkariyên ku tên belavkirin de cudahiyê dikin navbera mirovan. Bi tenê konekî dan me û em niha 5 malbat di vê konê de dimînin. Giştî 15 kes dimînin. Ger ku me bibin li ser rêya Farqînê em ê neçin. Em ê biçin di mala xwe de bimirin naçin li wê derê. Em naxwazin ji vê parkê dûr bikevin. Ji ber ku ev der ji bo me gelek başe.”   ‘Em dixwazin vegerin ser xaka xwe’   Rojda, dawiya axaftina xwe de got xaniyê wan ê li Kobanê bi destên Dewleta Tirk hatiye hilweşandin û xaniyê wan ê li vê derê jî bi destên wan zirarê dîtiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xaniyên me yên li Kobanê bi destê Dewleta Tirk hat gulebarankirin û hat wêrankirin. Niha jî ji ber ku bingeha van xaniyan baş nehatiye çekirin û nehatiye kontrolkirin hildiweşin. Jiyana me du car in bi destên Dewleta Tirk têk diçe. Dewleta Tirk her derê bi destên xwe xirap kir. Kobanê, Efrîn û cihên din bi destên Dewleta Tirk hat wêran kirin. Wan bi zanebûn vê yekê kir. Dewleta Tirk niha dîsa êrişê Kobanê dike. Malbata min li wê derê hîn jî li ber xwe dide. Niha li wê derê jî erdhêj bû û xanî hilweşiyan, mirovan jiyana xwe ji dest da. Lê ligel vê yekê jî Dewleta Tirk êrişên xwe didomîne. Destpêkê de gotin ‘me agirbest îlankiriye.’ Lê piştre dîsa êriş kirin. Em dixwazin ev şer bisekine û em vegerin li ser xaka xwe. Ji ber ku welatê mirov ji bo mirovan şirine. Sûriye welatê me ye. Em welatê xwe gelek hez dikin. Ji ber vê yekê bila ev şer bisekine û em carekedin vegerin li ser axa xwe. Hemû ji bo berjewendiyên xwe êriş dikin û mirovan dikujin. Dijminatiya li dijî kurdan tu carî bi dawî nabe. Dewleta Tirk dixwaze kurdan tune bike. Lê em xilas nabin.”