ROJEVA 21'Ê SIBAT 2023'YAN 2023-02-21 09:00:00     *Mirov piştî ku ji dayik dibin, di demek gelek kin de pêdiviyê bi ziman tînin. Ji lewre di xwezaya mirovan de bikaranîna ziman heye û ev yek jî gelek girîng e. Di lîstikan de di dayin û stendinê de, di kêf û henekan de, di şîn û şahiyan de, di kar û xebatê de, ango di her hêla jiyana mirovan de têkiliya herî xurt ziman e. Mirov ziman pêşî ji dayik û bavê xwe, ji malbata xwe, hîn dibe. Dûre li kuçeyê, li sûkê li dibistanan ev ziman pêş dikeve û geş dibe.  JI PÊNÛSA JÎNAN    *Yek ji gundên Semsûrê yê bi giranî ji erdhejê bibandor bûye, li Çîlbogazê gundiyan bi derfetên xwe miriyên xwe û birîndarên xwe ji bin kavilan derxistin û niha jî jin bi derfetên xwe xwarinê çêdikin û li hev belav dikin. DÎMEN HEYE   * Bijîşk Sera Şîmşek, di roja 5'emîn a erdhejê de berê xwe daye Semsûrê. Sera, diyar kir ku ji ber şert û mercên xirab rewşa tenduristaya gel di xeterê de ye û got: "Dema tualet tên danîn jî divê jin taybetî werin fikirîn. Li cihên ku jin bikaribin bi rehetî herin divê werin hilbijartin. Her wiha gelek jin nikarin nexweşiyên xwe parvebikin." BI DÎMEN    * Nevruz Tugçe Ozçelîk ku bi komeke jinên femînîst re 10 rojan li Dîlokê xebatên ekîbên rizgarkirinê şopand da zanîn ku jinan nikaribûn hewcedariyên xwe bînin ziman û got hedefa wan ya ewil ekîbek rizgarkirinê ya femînîst ava bikin û got divê her kes agahiyên der barê alîkariya ewil de fêr bibin. BI DÎMEN    *-Li Parka Koşuyolu ya Rêzana Amedê welatî bi derfetên xwe kon danîn û di nav şert mercên nebaş de hewldidin bijîn. Lê belê niha jî tê xwestin ku erdhejzedeyan bibin konê AFAD’ê ya ku li ser rêya Farqînê hatî avakirin. Erdhejzedeyan gotin: "Em naçin konên li ber Çemê Dîcleyê, em ê biçin di xaniyên xisar de bijîn. Eger tiştek bibe jî berpis dewlet e." BI DÎMEN   *Roja Haciîbrahîm a ku bi eslê xwe ji Kobanê ye, di 2014’an de ji ber şerê dewleta tirk xaniyên wê hildiweşin û neçar dimîne tê Amedê bi cih dibe. Li vir jî di erdhêjê de xaniyên wê cara duyemîn zirarê ditîye û niha neçar maye di kon de dimîne û got: “Xaniyên me yên Kobanê jî, yên li vir jî bi destên dewletê hat wêrankirin.” BI DÎMEN   *Kordînasyona krîzê ya Rêveberîya mafên mirovan a Amedê ji bo derûniya zarokên mexdûrê erdhejê ne lîstikan li dar dixe. Endama kordînasyonê Belgîn Gulben jî got niha pêwîstiya zarokan bi me heye û ji bo travmayên jiyane divê em bibin alîkar. DÎMEN HEYE   *Dildarên Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati, li bajarên ku erdhej lê çêbûyî hevdîtinan bi jinan rê pêk tîne. Dildarên weqfê piştî Meletiyê dê berê xwe bidin Semsûr, Mereş û Hatayê. BI DÎMEN