EMSC’ê hişyariya tsûnamiyê kir 2023-02-20 22:46:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Behraspî (EMSC), piştî erdhejên ku li Hatayê çêbûn îşaret bi tsûnamiyê kir û bang kir ku ‘ji peravê dûr bisekinin.’   Erdhejên ku bi pileya 6,4 û 5,8'an li navçeya Samandagi û Defneyê yên Hatayê çêbûn, li gelek bajarên herêmê hatin hîskirin. Piştî erdhejan Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Behraspî (EMSC), îşaret bi tsûnamiyê kir. EMSC diyar kir ku dê erhdej bidomin û ji bo Hatayê îşaret bi tsûnamiyê kir. ESMC'ê xwest her kes ji peravê dûr bisekine û wiha bang kir: "Guh li dîrektîfan bikin.”