Li konbajar qursa Quranê hat vekirin 2023-02-20 19:33:45   DÎLOK- Li konbajarê Islahiyeyê ji bo zarokên temenê wan di nava 4-6 salan de qursa Quranê hat vekirin.    Nîqaşên ji bo pêşeroja zarokên ku di erdhejê de malbatên wan jiyana xwe ji dest dane didomin, lê miftîtiyên navçeyan li konbajarên AFAD'ê ji bo zarokên temenê wan di navbera 4-6 salan de qursên Quranê vedikin.     Piştî konbajarê li Nûrdaxiya Dîlokê, niha jî li konebajarê navçeya Islahiye ya Dîlokê qursa Quranê hat vekirin.