'Hikumet di warê dîtina zarokên Helebceyê de xemsar e' 2023-02-20 16:43:19     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Helebce seroka Rêxistina Zarokên Windabûyî ya Helebceyê Şewnim Ebdula derbarê zarokên windabûyî de, daxuyaniyek da çapemeniyê da.   Li Helebce seroka Rêxistina Zarokên Windabûyî ya Helebceyê Şewnim Ebdula derbarê zarokên windabûyî de, daxuyaniyek da çapemeniyê. Seroka Rêxistina Zarokên Windabûyî ya Helebceyê da zanîn ku divê Hikumeta Herêma Kurdistanê bi awayek cidî ji bo dîtina zarokên winda kar bike, ji ber ku navendek mîkrobiyolojî ya pêşketî nîne, ji bo zarokên windabûyî jî pirsgirêk derdikeve û hikumet divê mijarê de xemsar e.   Şewnim Ebdula got ku li Encûmena Wezîran lijneyek ji bo lêkolînkirina dosyayên zarokên windabûyî yên Helebceyê heye, ji bo pirsgirêk ji bo dîtina zarokên winda dernekeve, pêwîste ev lijne ji nûve bê aktîfkirin û nûnerên Wezareta Dad, Şehîdan, Karê Hindir û rêxistina me di nav de cih bigrin.”   Şewnim di dewamê de diyarkir ku divê Hikumeta Herêma Kurdistanê bi awayek cidî ji bo dîtina zarokên winda kar bike, ji ber navendek mîkrobiyolojî ya pêşketî nîne, ji bo zarokên winda bûyî jî pirsgirêk derdikeve û hikumet divê mijarê de xemsare.   Herî dawî jî Şewnim got; “Ji ber zarokek min windaye û ji malbata min jî 5 kes windane, ez weke dayîkek pê gelek di êşim. Di salên borî de ji bo testan, xwîn girtin, lê niha tiştek diyar nîne.”