Jînên girtî piştgirî dan erdhejzedeyan 2023-02-20 15:23:46   ÊNQERE -Jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji bo mexdûrên erdhejê pakêtên alîkariyê şandin.   Di erdhejên 6’ê Sibatê yên li Mereşê pêk hatin de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Li herêmên erdhejê ku bi mîlyonan mirov bê mal mane, hikûmet û saziyên wê pêdiviyên bingehîn ên gel nabînin jî û ev hewcedarî bi organîzekirina hevgirtineke mezin pêk tên. Alîkariyên gel ên ku ji aliyê dewletê ve tên astengkirin jî ji bo mexdûran berdewam dikin.    Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê jî ji bo piştgiriyê bidin mexdûrên erdhejê, di şert û mercên girtîgehê de pakêtên alîkariyê şandin.   Koliyên ku tê de alavên paqijî, pêdiviyên xwarinê û pêdiviyên pitikan di wan de hebûn, ji bo şandina herêmê radestî Navenda Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê hatin kirin.