Ji Defend Kurdistan ji bo 'Rojên Çalakiyan ên Navneteweyî' bang 2023-02-20 13:44:36     NAVENDA NÛÇEYAN - Defend Kurdistan ji bo rojên çalakiyan yên navneteweyî banga tevlîbûnê kir ku 6'ê Adarê des destpê dike û heta 18'ê Adarê dewam dike   Defend Kurdistan bang kir ku bi ruhê berxwedanê yê Komuna Parîsê û berxwedana Efrînê parastina Kurdistanê bikin û got, "Eger dewlet di têkoşîna dijî şoreşê de dibin yek, divê em jî ji bo şoreşê hîn bêhtir bibin yek."   Defend Kurdistan bi sernavê "Em sûcên we dibînin - li Kurdistanê bes çekên kîmyewî bi kar bînin' daxuyaniyek weşand û ji bo Rojên Çalakiyê yên Navneteweyî  ku wê di salvegera Komkujiya Helebceyê de bên kirin bang kir.   Daxuyanî wiha ye:   "Hefteyên destpêkê yên sala nû ji niha ve nîşan didin ku êrîşên li ser şoreşa Kurdistanê wê bi dijwarî dewam dikin, hefte û mehên pêş wê girantir bibin. Rejîma AKP-MHP'ê û piştevanên xwe yên siyasî ji bo tepisandina xwerêveberiya li Kurdistanê niha plana gavên bi pêş ve dikin, ji ber ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan bêyî afirandina îmajeke şer û dewamkirina şer, nikarîbû li ser desthilatdariyê bimîne.   Dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe yên komkujiyê ji bo parastina berjewendiyên xwe her roj sûcên bêrehm dike û bi peydakirina alavên şer piştgiriyê ji hêzên navneteweyî werdigire.   Polîtîkayên qirkirinê   Dema ku mirov bala xwe dide ser dîrokê fêhm dike ku êrîşên niha têne kirin dewama polîtîkaya qirkirinê ya li ser civaka Kurd e. Di mijara bikaranîna gazên bi jehr de ya li ser Kurdistanê, xwedî kevneşopiyekê ye. Lewma Ataturk, Saddam Huseyîn û Erdogan ji aliyê dîrokî ve li ser heman xetê ne. Ataturk di salên 1937-38'an de di dema Qirkirina Dersimê de balafir û gazên bi jehr ên ji Elmanya Nazî kirîbû, bi kar anî. Saddam huseyîn 16'ê Adara 1988'an li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê bi hezaran mirov bi gaza bi jehr a ji Elmanyayê, kuştibû. Erdogan jî niha li çiyayên Kurdistanê bi çekên kîmyewî sûcên mezin ên şer dike.   Serhildan jî heye   Li gel rojên şîn û hêrsê di nava meha Adarê de gelek kêliyên serhildana li dijî zextê heye, hêvî heye  û beriya bi 152 salan di 18'ê Adarê de Komuna Parîsê hate ragihandin.   Di Çileya 2018'an de gava ku rêveberiya xweser li hemberî zor û zehmetiyên mezin hewl dida hebûna xwe biparêze, artêşa Tirk bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî dest bi operasyoneke derveyî sînor kir û li ser Efrînê êrîşeke dagirkeriyê da destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Çawa ku DYE'yê piştî salekê rê da ku li ser Serêkaniyê û Girê Spî qada hewayî ji bo dagirkeriyê veke, di sala 2018'an de jî Rûsyayê firsend da dewleta Tirk ku tevî cîhadîstan bi tankên Leopard 2 ên Elman êrÎşî rêveberiya xweser bike. Piştî berxwedana bêhempa ya du mehan, Efrîn beriya 5 salan di 18'ê Adarê de hate dagirkirin, bi sed hezaran mirov neçar man koçber bikin.   Şirîkên sûc in   Di vê şerî de em ê hevkariya sûc a hikumetên we ji nedîtî ve neyên. Werin em îro Kurdistanê bi ruhê berxwedanê yê Komuna Parîsê û berxwedana li Efrînê biparêzin. Ji 16'ê Adarê salvegera Komkujiya Helebceyê destpê bikin û salvegera Komuna Parîsê, salvegera dagirkirina Efrînê heta 18'ê Adarê Roja Girtiyên Siyasî bikevin nava liv û tevgerê. Eger dewletên navneteweyî li dijî şoreşê di têkoşînê de dibin yek, divê em jî ji bo şoreşê hîn bêhtir bibin yek. Li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan ku nûnerê tevgera azadiyê ya li Kurdistanê ye, em bi îradeyeke hevpar têbikoşin bêdengiya navneteweyî, êrîşên li ser tevgera jinên Kurd û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin."