Ayşe Acar Başaran pirsgirêkên jinên erdhejzede vegot 2023-02-20 13:26:06     AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, di civîna çapemeniyê de bal kişand ser pirsgirêkên jinan ên li herêma erdhejê û got: "Îro em bi hev re disekinin, hewl didin birînên hev derman bikin. Lê ev nayê wê wateyê ku em nikarin ji kesên ku bûne sedema keraseta mezin hesab bipirsin. Em ê hêrsa xwe veguherînin serhildanê."   Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, têkildarî li cihên erdhêjê ûpirsgirêkên ku jin dijîn de li avahiya navçeya HDP'ê ya Peyasa Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.   Ayşe, di destpêka axaftina xwe de di 6’ê Sibatê de li bajarên ku di encama erdhêjê de welatiyên ku jiyana xwe ji dest dan re sersaxiyê û ji kesên birîndar re jî şifayê xwest. Ayşe, anî ziman ku bi ser erdhêjê re 15 roj derbas bûye û wiha got: “Di vê pêvajoyê de li çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran hevalên xwe re em birînên xwe dipêçîn. Ji roja erdhêjê heta îro bihnek be jî me xwest vê tofanê derbas bikin û hîn jî hewl didin derbas bikin. Di vê pêvajoyê de gelek hevalên me malbatên xwe, xizmên xwe û hevalên xwe winda kirin. Li Amedê Komeleya Jinên Welatparêz ku yekemin Tevgera Jina Kurd e û Seroka komîsyoma yekemin a jinan a HADEP’ê û aktîvîsta mafê jinan û mirovan, hevala me Melîke Alp di vê tofana mezin de jiyana xwe ji dest da. Em ê tu carî têkoşîna Melîke ku ji bo jinan da meşandin ji bîr nekin. Dîsa yek ji partiyên me yên pêkhatî Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torun, li Hatayê keça xwe Eylem Şafak Aydin û gelek xizmên xwe winda kir. Êşa wan jî êşa me ye. Em ê van rojên zor û zehmet bi piştgiriyekî mezin derbas bikin.”   Ayşe, destnîşan kir ku ji saetên destpêkê yên erdhêjê de bi partiya xwe ve çûne li bajarên ku keraseta mezin hatine jiyîn. Ayşe, got Amed, Dîlok, Mereş û Elbîstanê vê pêvajoyê şopandiye û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de me bi hev re şahidî kir ku ne erdhêj sebeba mirinan bû, ne bûyera xwezayî kuşt,  kêmasiya hikûmetê vê kerasetê mezintir kir. Em cihê ku diçûn hertim welatiyan dengê xwe bilind dikirin û digotin ‘Dewlet tune ye, desthilatdarî tune ye’. Dema em çûn Dîlokê bêyî polîsên trafîkê tiştek nînbû. Welatiyan li gel wê kerasetê 24 saet derbas bûbû jî hîn xwe negihandibûn nan û avê.”   ‘Tîmên rizgarkirinê neçûn'    Ayşe, serdanên xwe yên herêmên erdhejê gotin û destnîşan kir ku ew dizanin ku li hin deveran kêmbûna avê heye. Ayşe, da diyar kirin ku dema ew çûye cihên erdhêjê de pirsgirêka av, ceryan û xwe germkirinê hebû û wiha berdewam kir: “Lê mixabin tu îktîdar tuneye û tu xebat nehatiye destpêkirin. Heke tîmên lêgerîn û rizgarkirinê zû biçana deverên erdhejê, dê ewqas zirar çênedibûn. Lê hêza ku nikaribû xwe organîze bike tunebû. Niha partiya me li Mereş, Riha, Semsûr, Dîlok û Amedê pêdiviyên mexdûrên erdhejê bi lez çareser dike. Ji roja ewil ya erdhejê heta niha hem li Enqere û hem jî Amedê navendên koordînasyonê hatin avakirin û pêdiviyên mexdûran bênavber tên tespîtkirin û çareserkirin.”   'Jin nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin'    Ayşe, daxuyakirin ku ew weke Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo çareser kirina pêdiviyên jinan ên taybet di nava hewldanan de ne û wiha domand: “Lê desthilata ku hewce bû ji roja ewil ve li cem gel bûna, bi rojan li holê tûne bû û lê ji ber tora alîkariyên me bi zorê û asteng kirina alîkariyan hat qadê. Yên ku rojên ewil di meydanê de tûnebûn piştre hatin û tevahî hêzên xwe yên ewlehiyê li ber deriyê me yê navenda alîkariyê bi cih kir. Me li Bazarcixê bi lêv kiribû û em dîsa bi lêv dikin, em ê ji bo alîkariyên xwe bigihînin gelê xwe çi ji destê me were dê bikin. Di vê pêvajoyê de ji her temenî mirov ji ber vê karesatê birîndar bûne. Ji bo jinan gelek aliyên din ên erdhejê hene, mîna pêvajoyên din jin di van şert û mercan de jî ji ber newekheviya zayendî rastî cudakariyê tên. Nikarin pêdiviyên xwe yên yekser bi cih bînin û di vê pêvajoyê de qadên resen ji jinan re nayên peydakirin. Li gorî agahiyên ku Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî li ser Tirkiyeyê dane, li herêma erdhejê herî kêm 214 hezar jin ducanî ne û ji van jinan herî kêm 23 hezar wê di nava mehekê de welidînin. Hat zanîn ku gelek nexweşxane hatine hilweşandin û servîsên welidandinê hatine girtin û me ev yek li cihên ku em lê geriyan dîtin. Jinên ducanî, ji ber nêzîkbûnê, jinên şîr didin ji qedera xwe re tên hiştin.”   ‘Ji bo jin û zarokan cihên ewle nayên peydakirin’   Ayşe, diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku bi hevgirtina xwe ew dikarin vê yekê pêk bînin û wiha pê de çû: “Yek ji pirsgirêkên herî zêde ku jin li herêmên erdhejê rû bi rû dimînin, ewlehî ye Ev yek ji bo jin û zarokan metirsiyên cidî çêdike, ji ber ku piraniya stargehan li cihên vekirî û qerebalix in. Di erdhêjê de jinekî ji me re behsa vê yekê dike, ‘Her ku circirka konê vedibe ez ditirsim ku kesekî bikeve hindir. Ji bo ku kona xwe biparêzin şev ranakevim. Her wiha jin û zarok ditirsin ku bi êrişa zayendî re rû bi rû bimînin. Ez dixwazin hevoka jineke ku nexwest biçe konbajêr û ji mala xwe dûr bikeve. Ji me re got, ‘8 zarokên min hene. Hemû jî keç in. Ez çawa wan bawer bikim û biçim? Ev qadên jiyana hevpar bi rastî ne bajarên konan in, lê wêneyek mîna kampên komkirinê yên li gelek herêmên erdhejê hene. Li van kon bajaran ne cihekî taybet û ne jî pêwîstiyeke taybet ji jinan re nayê kirin. Jinên ku bi tena serê xwe dijîn, di bin şert û mercên erdhejê de pîvanên gelek zehmet dijîn. Jinên penaber neçar in bi şev li konên ku lê dimînin nobedê bigirin.   Erka dewletêye ku zarokan biparêze   Mixabin divê metirsiya zewaca bi darê zorê ya di temenê biçûk de jî derdikeve holê, ji ber ku ev cihê ewle nayê peydakirin. Ev rewşek e ku di tecrûbeyên me yên berê yên li herêmên karesatê de derketiye holê. Em careke din dibêjin ku em vê weke rêbazeke parastinê ya li dijî îstîsmara zarokan û êrişan napejirînin, ji ber ku li kon bajêran herêmên ewle ji bo zarok û jinan nîne. Em dizanin ku wan neçarê zewacê dihêlin. Em dixwazin bi bîr bînin ku despêkê de erka dewletê û piştre jî ya civakê ye ku em van zarokan biparêzin.   Newekheviya zayendî pêşdikeve   Dîsa em baş dizanin ku jin ji ber newekheviya zayendî di refên herî pêş ên beşên ku xwedî lênêrînê û berpirsyariyê ne. Berpirsiyarên weke xwedî derketina li zarok, nexweş û kal û pîran li herêmên erdhejê her ku diçe zêdetir dikeve ser milê jinan. Li gel bandorên giran ên derûnî yên erdhejê, jin jî vê xisara derûnî ya ji ber newekheviya zayendî pêk tê û ev yek didome. Di vî warî de divê bê gotin ku di vê pêvajoyê de pêwîst e zêdetir piştgiriya derûnî ji jinan re bê dayîn. Li hemberî van hemû pirsgirêkên jinên li herêma erdhejê dijîn em dikarin li qadan bin. Em ji roja ewil ve ji bo piştgiriyê li qadan in. Lê belê, em dizanin ku bi piştgiriyê re, em dikarin hewcedariyên herî lezgîn ên wekî paçên paqijî û kincên binî û her wiha mecûna diranan, firça diranan, şeh, neynokbir, toqeya por, destmalên şil ji jinan re peyda bikin.   Em ê bi TIR’ên xwe yên binevşî û piştgiriya xwe berfirehtir bikin   Li vir kamyon li gorî pêdiviyên herî taybet ên jinan tên amadekirin û hewl tê dayîn derbasî herêma erdhejê bibin. Dîsa li Hatayê Piştgiriya Binevşî bi vekirina konan hewl dide pêdiviyên jinan bi cih bîne. Ji vir em careke din bang li rêxistinên jinan û jinan dikin; Erk û berpirsyariya hevpar a me hemûyan e ku li cihên erdhej lê çêbûne hevgirtinê zêde bikin.   Me weke Meclîsa Jinan a HDP’ê li gel koordînasyona giştî ya li cihên erdhejê hatine avakirin, hin Koordînasyonên Krîzê ya Jinan bi dawî kirin û yên mayî jî em ê temam bikin. Kamyonên me yên Binevşî bi hevkariya rêxistinên jinan ên Êlih, Cizîr û TJA'yê derketin rê. Dîsa em ê li hemû qadên erdhejê konên binefşî vekin da ku pêdiviyên taybet ên jinan bi cih bînin. Yekem; Em ê li Hatay, Mereş, Semsûr, Dîlok, Meletî û Amedê serpêhatiyên erdhejzedeyên rizgarbûyî diyar bikin. Divê li herêma erdhejê ti jin nebin xwedî guman. Me heta niha hevdu bi tenê nehiştiye, me hevgirtina xwe mezin kiriye, em ê hevdu bi tenê nehêlin. Em ê bi hevgirtina xwe birînên xwe derman bikin, em dizanin ku ew ê hewl bidin pêşî li vê yekê bigirin, lê em jin dê li derveyî barîkat û astengiyan bibin hêz û piştgiriyê bidin hev.   Di erdhejê de bûyîna mexdûrê erdhejê zehmet e, di erdhejê de bûyîna jin gelekî zehmet e, lê di erdhejê de bûyîna jineke astengdar ji hemûyan zehmetir e, me ji nêz ve şahidiya vê yekê kir. Em dizanin ku jinên astengdar di jiyana asayî de jî bi çend pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, ji bo tespîtkirina van pirsgirêkan me gelek lêkolîn kirine. Niha em ê hem ji bo jinên astengdar ên di şert û mercên erdhejê de û hem jî ji bo jinên ji ber erdhejê seqet bûne, hevgirtinê zêde bikin.   ‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’   Cihê ewlekariya zarokan karê dewletê ye, ne tarîqat û cemaetan e. Tê îddîakirin ku hin zarokên ku malbatên xwe di karesata erdhejê de winda kirine li malên tarîqat û komeleyên olî hatine bicihkirin. Û derbarê van îdiayan de ji Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî daxuyaniyek da. Em dixwazin bi raya giştî re parve bikin ku bi Komîsyona Zarokan re em vê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Nabe ku zarok radestî tarîqatên ku îhtîmal e ku rastî her cûre destdirêjiyê werin. Em careke din diyar dikin ku em ti carî destûrê nadin vê yekê û em ê vê pêvajoyê bişopînin. Em carek din bi raya giştî re parve dikin ku fetwayên ku ji aliyê Diyanetê ve hatine dayîn qebûl nakin û karesateke mezin a ku tê de tê gotin, 'Bi zarokê ku hatiye dayîn re zewicandin dikare bê kirin' û em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê yekê bidomînin.   Em ê hêrsa xwe vegûherînin serhildanê   Di dawiyê de em dixwazin bibêjin ku; îro em bi hev re disekinin, hewl didin birînên hev derman bikin. Lê ev nayê wê wateyê ku em nikarin ji kesên ku bûne sedema felaketa mezin hesab bipirsin. Em ê hêrsa xwe veguherînin serhildanê.   Hikûmet tişta hatiye jiyîn re got qeder e   Belê, hikûmet derket û ev pêvajo weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir, got ‘qeder’ e. Lê em baş dizanin ku ya ku em dijîn ne tenê karesateke xwezayî ye. Avahiyên çop ên ku berhema polîtîkaya rantê ya desthilatdariya mêr a desthilatdariya AKP-MHP'ê bûn û beriya erdhejê efûya wan hat dayîn,  jiyana bi deh hezaran mirovan re bandor kir û bandor dike. Saziyên dewletê yên ku bi rojan neketin qadên erdhejê ku tiştekî bikin, êrîşî hevgirtina rastîn bikin. Konbajêran ne li gorî qaîdeyên erdhejê ne karesatek xwezayî ye. Wezîr derketin pêşberî me û gotin, "Em ji bo erdheja Stenbolê amade bûn." û me dît ku amadekariyeke wiha tune. Gotina ‘karesata sedsalê’ çêkirine. Li şûna ku mudaxeleyî erdhejê bikin, li ser maseyê afîş, anons û reklam li gorî gotara ‘karesata sedsalê’ amade kirin.   Hikûmeta wan rizî ye   Em dizanin ku ew ê berevajîkirina rojevê bidomînin, ew ê hevgirtina me bikin hedef, sûcên xwe veşêrin û ji hesabpirsînê dûr bikevin. Çi qas hewl bidin ku ji rojevê derxînin jî, hevgirtineke berfireh û bêsînor heye. Wek karesata sedsalê hevokek çêkirin, lê îro em dizanin ku karesata herî mezin, karesata 20 salan a hikûmeta AKP-MHP’ê bû. Zîhniyeta wan a rizî ku bi qasî avahiyên ku efûya îmarê ji bo wan hatiye dayîn, zû yan dereng mehkûmî hilweşandinê ye.   Em ê bi hevre ji van rojan derbikevin   Li hemberî bermahiyên desthilatdariyê em ê jinûve ava bikin û li ber xwe bidin. Li hemberî hewldanên hikûmetê yên ji bo pêşîgirtina li hevgirtina me, em jin dê zêdetir bibin yek û bi hev re piştgiriyê zêde bikin. Wexta ku hikûmet bêhêvî û bêhêvîtiyê ferz dike, em ê hêviya xwe bi TIR’ên binefşî deynin û bi hev re ji van rojan derkevin. Dev jê berdan tuneye; em bi vê yekê careke din diyar dikin ku em ê vê hikûmetê bi pergala xwe ve nexin refên toz ên dîrokê jî, wê rasterast bavêjin çopên dîrokê yên ku tê de ne.   Em ê hesap bipirsin   Em ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê û birîndaran re jî derbasbûyînê dixwazin. Ji bo birîndaran jî şifayê dixwazin. Hîn di bin bermahiyan de hezaran canê me heye. Hîn jî bi hezaran welatiyên me hene ku nikarin li kolanan bijîn û bi birçîbûnê re rû bi rû dimînin. Ez careke din diyar dikim ku em ê hevgirtina xwe mezin bikin, destên xwe bidin hev, birînên hev derman bikin û di dawiyê de ji kesên ku bûne sedema vê yekê hesab bipirsin.”