‘Divê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê’ 2023-02-20 09:08:16     STENBOL - Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan diyar kir ku zimanê dayikê tê wateya zimanê hebûna gel û dersên bijarte nabin dermanê birînên sedsalan, divê bi zimanê dayikê perwerde hebe.   Mafê zimanê dayikê mafê sereke ku nikare bê qedexekirin e. Lê Kurd bi salane li dijî zext û qedexeyên li ser zimanê xwe têdikoşin. Dewleta ku destûrê dide her cureyê qurs û zimanên din ji bo Kurdî her tim zext û astengiyan pêk tîne. Kurdî bi dersa bijarte sînor dike.   Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê Remziye Alparslan der barê girîngiya ziman de axivî.   Girîngiya ziman a ji bo gelan   Remziyeyê da zanîn ku ziman ji bo gelan girîng e û bi saya ziman jiyan tê domandin û got: “Em jî jiyana xwe li ser zimanê xwe dimeşînin. Her tiştê me kevneşopî, çand û jiyana me li ser ziman bi teşe dibe. Ji ber vê ziman ji bo gelan girîng e. Hemû ziman tê wateya hebûna gel. Ji bo gel nasnameya xwe winda neke divê xwedî li zimanê xwe derkeve. Tiştê herî girîng ji bo hebûna gel ziman e.”   Polîtîkayên asîmîlasyonê   Remziyeyê destnîşan kir ku polîtîkayên qirkirinê bi taybet li welat li ser Kurdan pêk tên û sedema vê jî dixwazin hebûna Kurdan di nav a tirkan de bihelînin û wiha daxuyand: “Ji avabûna komarê heta niha ev polîtîka dimeşin. Ji roja ewil de zîhniyet her tim wek xwe ye. Lê li gorî şertên demê polîtîka bi teşe dibin.Demek dirêj mirovan newêribû bigota em Kurd in. Nikaribûn bi Kurdî biaxiviyan. Dihatin cezakirin. Di nav demê de polîtîka nerm bûn lê qet nesekinîn.”   Xwedîderketina li ziman   Remziyeyê bal kişand ser qedexekirina konseran û ev tişt bi lêv kir: “Hewl didin her tiştê aydê Kurdan biçûk bixînin. Dixwazin gel ji ziman û çandê dûr bixin. Lê mirov êdî vê rewşê naxwazin. Naxwazin tu tiştekî aydê çanda Kurd bihêlin. Wisa biçe wê gel bê tunekirin. Ji ber vê divê Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin. Komeleya me der barê zimanê Kurdî de xebatan dimeşîne. Em bi alîkariya qursan hewl didin Kurdî ji bo kesên dixwazin bidin fêmkirin. Em der barê çand û dîroka Kurd de agahiyê didin. Em ji bo Kurdên li metropolan derî vedikin. Em ji bo her kesî perwerdeyê didin. Sînorkirina temen tune ye. Xebata me ya herî girîng ji bo zarokan e. Hevalên me ji bo zarokan çîrok û metaryalên din amade dikin. Her wiha kovara me ya Zend demek dirêj e tê weşandin.”   Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê   Remziyeyê destnîşan kir ku gelek girîng e ku zarok bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin û di vê mijarê de jî wiha nêrîna xwe anî ziman: “Zarok dixwazin bi zimanê xw bijîn. Ji ber vê di bin polîtîkayên asîmîlasyonê de dema nemînin ev pir girîng e.Çiqas derfet hebin divê bi kar bînin. Lê dersên bijarte nabin dermanê birînên sedsalan. Daxwaza me perwerdeya bi zimanê dayikê ye û em ji bo vê têdikoşin. Em dixawazin ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê dayikê perwerde bê dayîn.”