‘Bacên erdhêjê ji şer û sermayê re hatin xerckirin’ 2023-02-20 09:03:26     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Jinên siyasetmedar diyar kirin ku AKP di seranserê desthilatdariya xwe de ji 86 mîlyarî zêdetir baca ji bo erdhêjê hatiye komkirin ji bo beka xwe li ji bo şer û sermayê xerc kiriye û divê aqûbeta bacan bê pirsîn.   Di erdhêjên navenda wê Mereş bû de û pêla 7.7 û 7.6 pêk hatin de herî kêm 38 hezar welatiyî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran mal hilweşiyan. Piştî erdhêja 1999’an şûnde Bacên Erdhêjê ku hat derxistin û hat mayîndekirin niha ji nû ve tên lêpirsînkirin. Li gorî daneyên hatine weşandin navbera 2003-2022’an de di 20 sal desthilatdariya AKP’ê de baca erdhêjê ya hatiye komkirin 86 mîlyar û 138 mîlyon e.  Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Berna Çelîk diyar kir ku desthilatdariyê ji bo beka xwe ev bac xerc kiriye û Seroka Partiya Kedê ya Îzmîrê (EMEP) Emîne Uyar jî da zanîn ku bac ne ji bo erdhêjê ji bo sermayê hatiye bikaranîn.   ‘Bac ji bo şer hat xerckirin’   Berna Çelîk a HDP’î destnîşan kir ku rojek piştî erdhêjê dewletê êrîşên hewayî pêk anîne û bacên ji bo erdhêjê tên komkirin desthilatdarî ji bo beka xwe li şer xerc dike û wiha domand: “Rejîma yek mêrî ji faşîzmê xwedî dibe. Baca ji bo erdhêjê hatiye komkirin divê ji bo têkoşîna li dijî erdhêjê bihata xerckirin.Serokomar 3 roj piştî erdhêjê çû herêmê. Mexduriyeta mirovan nedît.  Di televîzyonan de Bankaya Navendî wek şovekê tevli bernama televîzyonê bûn û bexşa xwe aşkera kirin. Pereyên gel ji bêrika rast digirin û dikin bêrîka çepê.”   ‘Tişta dewletê li ser piyan digire bac e’   Bernayê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku desthilatdariyê hewl daye pêşî li piştevaniya gel jî bitgire, qeyûm tayînkirine lê gel ev ferq kiriye. Bernayê wiha domand: “Dewlet bi bacan li ser piyane. Şerekî didome heye. Dem bi dem bi êrîşên hewayî gelan tenê dihêlin. Bi qasî nêrînên gel û daxwazên gel tê fêmkirin ku desthilatdarî ji bo hebûna xwe bidomîne bac ji şer re xerc kiriye. Me hemûyan di pêvajoya erdhêjê de dît ku bac ji şer û sermayê re hatiye veqetandin.”   ‘Bac ne ji bo erdhêjê ji cihên din re hat xerckirin’   Seroka EMEP ya Îzmîrê Emîne Uyar jî nêrînên xwe anîn ziman û got piştî erdhêja 1999’an şûnde baca erdhêjê di 2000 û 2003’an de hatiye dirêjkirin û tevî vê welatî di avahiyên ku xizmeta endezyarî negirtine de jiyane, di avahiyên ku bi alavên kêm hatine çêkirin de jiyane.  Emîneyê ev tişt bi lêv kir: “Dema welatî di bin kavilan de bûn desthilatdariyê çavkanî seferber nekir. bêguman mirov jî dibêjin ev bac bi ku de çûne. Piştî erdhêja Wanê  wezîrê aboriyê got ji riyên duble re hatine xerckirin. Wek em dibînin bacên ji bo erdhêjê tên girtin ji bo tiştên din tên xerckirin.”   Emîneyê wiha dawî lê anî: “Bacên karker didin ji yên şîrketan zêdetire. Lê deynê bacên holdîngan tên paqijkirin.Mutahîtên dema AKP’ê de dewlemend bûn, divê di vê demê de baca serwetê ji wan bihata girtin. saziyên wek AFAD û Kizilay jî vala kirin. Mixabin di erhêjê de ji ber rêveberiyek garabet a pergala yek mêrî, gel bi deretên xwe seferber bû. Divê hemû bepirs îstîfa bikin. Tevî erdhêjê hesabên rantê tên kirin. Ez bang dikim divê em bikevin pey van bacan û hesab bipirsin. Divê em jib o vê têkoşîna rêxistinkirî bidin meşandin.”