ROJEVA 20'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-20 09:00:00     *Her şoreşek zimanekî diafirîne. Ji bo gelên bindest bikaranîna zimanê dayikê xaleke diyarker e. Ziman di warê rêxistinbûnê de jî û li qadên têkoşînê jî kana sînerjiyê ye. Dema xwedîderketina li ziman bi stratejiyeke neteweyî pêk tê civak û navêndên welêt hêsantir dikişîne nav refên berxwedanê. JI PÊNÛSA JINAN   *Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan diyar kir ku zimanê dayikê tê wateya zimanê hebûna gel û dersên bijarte nabin dermanê birînên sedsalan, divê bi zimanê dayikê perwerde hebe. DÎMEN HEYE   *Hevseroka Heyva Sor a Kurdistanê Eva Alî Qartmînî têkildarî astengkirina alîkariyên ji bo herêma erdhejê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne komkirin axivî û got: “Pêdiviyên gel ên sereke weke derman, kon û şîrê zarokan hatiye berhevkirin lê li Minbicê hat rawestandin.” DÎMEN HEYE   *Jinên siyasetmedar diyar kirin ku AKP di seranserê desthilatdariya xwe de ji 86 mîlyarî zêdetir baca ji bo erdhêjê hatiye komkirin ji bo beka xwe li ji bo şer û sermayê xerc kiriye û divê aqûbeta bacan bê pirsîn.DÎMEN HEYE   *“Gelê Kurd di 15’ê Sibata 1999’an de got ‘Êdî bes e’ û li her derê rabû ser piyan. Dayikên me 15’ê Sibatê wek roja reş îlan kirin û rojî girtin, cilên reş li xwe kirin. Her kes dizane ev dîlgirtin di şexsê rêberê gel de li hemû kesî hatiye kirin.” JI PÊNÛSA JINAN   *Jinên ku li Parka Sumerê di konan de dimînin, anîn ziman ku ji ber xwediyên xaniyn kirê gelek biha kirine nikarin ji xwe re xaniyekî din kirê bikin û gotin ger ku neçar bimînin dê careke din vegerin malên xwe yên derizîne. Jinan, bertek nîşanî sersariya dewletê ya di vî warî de jî dan û gotın, "Bila dewlet peywira xwe bi cih bîne." DÎMEN HEYE   *Hatîce Gunerî ku mala wê zerar dîtiye, jê re rapora ‘bêzerar ’ hatiye dayîn. Hatîce, destnîşan kir ku tu kes li ewlehiya wan nafikire û got: “Xebatkarên şaredariyê bêyî amûrên tespîtkirina zerarê  rapora ‘lê dikare rûne’ dan. Ji me re gotin ‘heke tiştek bibe jî ji Xwedê tê.” DÎMEN HEYE