Ji waliyê herêma erdhêjê îtîraf 2023-02-19 21:38:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn ku piştî erdhêjê wek kordînator tayînê Dîlokê hat kirin, îtîraf kir ku dereng çûne herêmê û hejmara tê gotin 4-5 kat zêdetire.   Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn ku piştî erdhêjê wek ‘waliyê kordînator’ tayînê navçeya Nurdagi ya Dîlokê hat kirin,  di daxuyaniya ji erdhejzedeyan re kir de îtîraf kir ku dereng hatine herêmê.   Walî wiha got: “Kusurê me mêze nekin. Em dereng hatin. Lê rewş ji zanîna me wêdetir xedare. Belkî jî 4-5 kat zêdetirî hejmarên hatine aşkerakirinê ye. Em ê hinek bajaran hilweşînin û ji nûve çêbikin. Ev naçibe erdhêja Stenbol an jî Erzînganê. Niha nexşerê wê bên avakirin. Ji ber vê em wek peywirdar wek dewlet ger ku dereng hatibin jî ji we lêborînê dixwazin.”