Li Zahîdan destdirêjî li çar jinên binçavan de kirin 2023-02-19 19:18:07     NAVENDA NÛÇEYAN - 4 jinên di serhildanên Rojhilat û Îranê de hatin binçavkirin, li navenda îstîxbaratê destdirêjî li wan kirin.   Piştî qetilkirina Jîna Emînî ku li Îranê hat qetilkirin şûnde çalakiyên ‘Jin jiyan azadî’ yên hatin destpêkirin didomin. Her wiha hikûmet zextên mezin li kesên tevli çalakiyan dibin dike. Jinên ku pêşengiy açalakiyan dikin jî her zextê dibînin. 4 jinên bi hinceta tevli çalakiyan bûne hatin binçavkirin di bin çavan de  li Navenda Binçavkirina Muhafîzên şoreşger a Zahîdan destdirêjî lê hatin kirin.   Sê jin piştî çalakiya Îna bi Xwîn  li Kolana Zanîngeha Zahîdan hatibûn binçavkirin.