Li Kobanê 15 konên din ji bo alîkariyê hatin vedan 2023-02-19 13:56:29     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kobanê û gundewarên wê ji bo komkirina alîkariyan ji mexdûrên erdhejê re 15 kon hatin danîn.   Di çarçoveya kampanyaya "Bi hev re ji bo mirovahiyê" de, Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê 15 kon ji bo komkirina alîkariyan ji mexdûrên erdhejê re vedan.   Li bajarê Kobanê du kon û li bajarok û navçeyên wê 13 kon hatin danîn.