Têkoşîna ji bo serhildana ‘Jin jiyan azadî’ berfireh dibe 2023-02-19 12:57:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên li dijî rejimê di roja 157’an de didome. Li qada navxwe ya Îran û derveyî Îranê jî çalakiyên ji bo piştgiriya bi serhildana ‘Jin jiyan azadî’ re berfireh dibin.   Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku piştî qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî dest pê kiribû, di roja xwe ya 157’an de bi şêwazên cuda  didome.   Di vê çarçoveyê de duh li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê koma bi navê ‘Zarokên agir’ peyamek bi dîmen belav kir û dan zanîn heta ew digihin armancên xwe wê li qadan bin û çalakiyên xwe yên li dijî rejima Îranê berdewam bikin.   Di dîmenan de diyar dibe ciwanan rê li trafîkê girtine agir pêxistine û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Berxwedan jiyan e’ û ‘Serhildan jiyan e’ berz dikin.   Her wiha li Seqizê duh feqehek temen 19 salî yê bi navê Selahedîn Salihî ku kurê girtiyekî siyasî ye, li ber mala xwe ji aliyê komek çekdarên nenas ve hat gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da.   Duh Komîteya Ciwanên Şoreşger ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di daxuyaniyekê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û da zanîn ew komplo di kesayeta Abdullah Ocalan de li hemberî gelê Kurd hatiye kirin.   Li qada Îranê jî çalakiyên cuda yên wek, nivîsandina dirûşman a li ser dîwar û cihên giştî, li ser ban û balkonan bilindkirina dirûşman û li xwenekirina kefiyê li cade û cihên giştî.   Li derveyî Îranê jî piraniya merasîmên siyasî û çandî yên navdewletî bûye cihê nîşandana piştgiriya bi serhildana ‘Jin jiyan azadî’ re.   Di vê çarçoveyê de hejmarek wezîrên karên derve yên jin ku tevlî Konferansa Ewelekarî ya Munchenê bûn, di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe ya bi serhildana gelên Îranê re nîşan dan.   Li aliyê din jî di dema vekirina Mîhrîcana Filman a Berlînê de, hinek jinên aktor pankartên ku li ser dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatibûn nivîsandin vekirin.   Di heman festîvalê de bi tevlîbûna komek hunermendên Îranî rûniştinek taybet bi sernavê ‘Rola sînema û hunermendan a di şoreşa jin jiyan azadî de’ pêk hat.