Ji rojnamegera girtî name heye! 2023-02-19 09:05:46     ENQERE - Nûçegîhana JINNEWS’ê Oznur Deger a li girtîgeha Sîncane girtiye der barê rewşa girtîgeh û îdianameya der barê wan de hatiye amadekirin de nameyek nivîsî û got: “Ew li demokrasiya serdema navîn digerin.”   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da destpêkirin de di 25’ê cotmeha 2022’an de nûçegîhana JINNEWS’ê Oznur Deger, Habîbe Eren û Midûra Karên nivîsan a Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsever, nûçegîhan Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî , Denîz Nalim, Selman Guzelyuz, Emrullah Acar hatin girtin. Piştî girtinê 4 meh şûnde îdianame der barê wan de hat amadekirin.   Nûçegîhana ajansa me JINNEWS’ê Oznur Deger ku li girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne der barê îdianame û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nameyek şand.   Oznurê di nameya xwe de wiha got:   “Yek ji pirsgirêkan lêgerînin. Sibehê saet di 08.50’an de 22 gardiyan ketin koxuşê. Bi qasî em fêm dikin dozger jî di lêgerînan de ligel wane.kesek ku em dibêjin dozgere çavderiyê dike. Alavên me ew didin û em ji kantînan digirin. Lê her tiştî belovela dikin. Ev rêbazek provakasyonê ye. Lêgerîn kêfî tên kirin. Mînak hefteyê carê lêgerîn dikin lê du sê caran tên. Lêgerînên mehê carê hefteyê tên kirin. Lê li hinek koxuşan ev zêdetir tê kirin. Koxuşên ku hevalên tahliyeya wan heye tên astengkirin, zêdetir tên lêgerînkirin. Demên borî di koxuşekê de kamera vekirin. Bi kamerayê lêgerîn tên kirin. Wek serdegirtinên malan.    Mijara zeman   Yek ji pirsgirêkên din ku girtiyan dide zorê aborî ye. Fatura krîzê li girtiyan tê birîn. Fatureyên ceyranê wek tîpa sanayî tê birîn. Demên borî di nûçeyekê de dihat gotin ku wezareta dadê gotiye wê ceyrana tîpa sanayî derbasî tipa malê bibe.  Ji ber giştîname nehatiye weşandin em nizanin wê kengê pêk bê. Rojê em du saetan TV vedikin û vê mehê 234 TL fatura ceyranê hat. Li pey hev biha zêde dibe. Kişandina wêneyan hat bihakirin Di hevdîtinên vekirî de em bi malbatan re wêne dikşînin û ji kareyekê sê poz dertên. Ji bo her pozekî me 3 TL dida. Niha yek pozek bûye 5 TL û hejmar daxistine 2 heban. Ya din zema ji bo PTT’ê ye. Namze pir biha bûne. Me bi 7,5 TL dişand lê êdî bûye 10.50. Faks ji 12.50 derketiye 17’an.Namzeya bi taahut  28.00 TL, Î.T.M  38.50 û APS jî bûye 41.50.    Doza hatiye vekirin   Girtin hêsane lê ji girtîgehê derketin zehmet e. Yên bi yek dosyayê tên girtin bi dehan dosyayn dertên an jî nikarin derbikevin. Li min jî dozek absurt hat vekirin. Bi hinceta ‘ji bo peywir neyê kirin berxwedayîn, bi çekê tevi meş û civîna bûyîn’ doz hat vkeirin. Îdaname li 18’emîn dadgeha ceza Asliye ya Enqeryê hat qebûlkirin û runiştina yekem 5’ê Gulanê saet di 09.30’an de ye. ji 2911 doz hat vekirin. Ez bêjim çi nizanim. Min çalakî pêk bianiya minê wisa nedîtiba lê di îdianameyê de der barê sûcê tê gotin tu hevokek jî tune ye. Bûyer ev e di 28’ê Mijdara 2021’ê de li ber şaredariya Çankaya çalakiya ‘em nikarin debara xwe bikin’ hebû. Ez ji bo şopandina çalakiyê çûm. Destur nedan û mudaxaleyê çalakeran kirin. Min jî dîmen dikşandin. Lê polîs hat kameraya min girt.  Muxadaleya fîzîkî kir.Ez binçav kirim. Hatim derbkirin. Di îdianameyê de tê gotin ku tevî îkazên polîsan israra xwe domandiye.   Em li demokrasiya serdemanavîn digerin   Di îdianameyê de îtîraf dikin ku mudaxale kirine lê bi wênekêşê dîmen girtinê bi pîşeya çapemeniyê re naynin gel hev. Ez zanim bikenim an xemgîn bibim. Di berdewamiyê de dibêjin qerta çapemeniyê ya zer tune. Hewce nedîtine ku qerta zer êdî tune qeta turkuaz cihê wê digire, binivîsin.  Yanî nizanim bi çi sûcdarkirinê têm darizandin. Rojanemgerek bi wênekêşa xwe tê darizandin. Bi rastî jî pergalek gelek komîke. Li welat rojnamegerî tam di vê nokteyê de ye. Em di sedsala 21’ê de hîna van nîqaş dikin.Em di rewşeke ku li demokrasiya serdema navîn digerene.”