‘Em heqê xwe helal nakin’ 2023-02-19 09:04:02   Medya Uren   SEMSÛR - Li navenda Semsûrê ku gelek avahiyên wê hilweşiyaye jiyana welatiyan ji ber serma û bêderfetiyan di xeteriyê de ye. Sakîne Coşkun a dibêje piştî 10 rojan min karî ez kon bigirim diyar kir ku bi rojan ew ji derve raket û tenê bi alîkariyên ji koordînasyona HDP’ê hatine re kariye îdara xwe bike.   Ji ber erdheja navenda wê Bazarcix a bi pîleya 7.7 û navenda wê Elbîstan bi pîleya 7.6 10 bajarên Kurdistanê zirareke mezin dît. Yek ji van bajarên ku herî zêde zirar dît yek jê Semûr bû. Bi dorê ve jî cedeya Miftitiyê, Cadeya Karapinarê, Taxa Nû, Alî Paşa, Sumerpark û Taxa Cumhuriyetê ye. Gelek welatiyên derfetên wan ên derketinê hebûn derketin ên mane jî hewl didin di bin konên vedane de jiyana xwe bixin bin ewlehiyê.   Sakîne Coşkun jî yek ji mexdûrên erdhejê ye ku gelek xizmên wê di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Li taxa Nû ya Semsûrê nêzî avahiyên xwe bi cîranên xwe re di qadek vala de dimînin. Piştî 10 rojan dikarin kon bigirin û beriya wê jî bi 6 malbatan re di konekî biçûk de dimînin. Sakîne diyar kir ew tî, birçî di bin sermayê de bûn û got koordînasyona HDP’ê bi hewara wan de hatiye.    ‘Walî nûçeyên şaş da parvekirin’   Sakine da zanîn walî nûçeyên şaş daye parvekirin û wiha dest bi axaftinê kir: “Bi erdhejê re em çawa derketin ji derve em nizanin. Bê sol û bê cil em derketin ji derve. Li derve jî serma hebû baran dihat. Me herî dawî maşîneyek dît û em ketin hundir. Em şil û bê cil ketin nava maşîneyan. Di erdheja duyemîn de em bêhtir bi bandor bûn û ketin nava şokekê. Me xeber ji hev nedigirt, alîkarî tune bû. Ceyran hatibûn birîn, şebeke tunebûn. Walitîyê wê demê daxuyanî da û got tenê 7 avahî xira bûne û 8 kes mirine. Serokê şaredariyê xwe di kîjan qulê de vedişêre em nizanin. Me ewqas bace da. Baceya her tiştî derxistine. Lê beranbera wê tune ye. Wê kî hesabê evqas canan bide. Birayê min li nexweşxaneyê ji bê xwedîtiyê mir. Dilê birayê min sekinî, lê ger mudaxaleyek baş hatiba kirin wê xelas bûba. Bi sedan kes ji ber vê îhmalkariyê mirin. Cîranên me jî li pêş çavên me heman tiştî jiyan.”   ‘Wê kî hesabê van bide’   Sakîne got bi baceyên me qesrên xwe tije kirine û xwe têr dikin. Sakîne wiha berteka xwe nîşan da: “Mirin ji me re rewa dîtin. Weke ku wê bi xêra xwe bikin li pêş çav çend tişt nîşan dan. Lê werin binêrin di rastiyê de tiştek tune ye. Ez heqê xwe li wan û li zarokên wan û neviyên wan jî helal nakim. Dema cenazeyê birayê min derxistin beteniyek nebû em lê bipêçin. Kes li derdora me tune bû. Du keçên birayê min jî birîndar in, lingên wan pûç bûne. Bila yên li koşkan derbikevin hinek li halê me binêrin em çi dixwin, çi vedixwin çi dikin. Bila werin li êşên me binêrin. Hîna bi hezaran kes cenazeyên xwe defin nekirine. Êdî cih nemane. Lê walî derdikeve dibêje hertişt di bin qontrolê de ye. Piştre di nava gel de gotin ku îstifa kiriye. Ev çiqas rast e em nizanin. Ji bo bertekên me ev gotin belav kirin. Xwestin li hember hinek tiştan bibin asteng. Lê werin bibînin ka çend kes li vir mane. Sulaleya van malbatan tune bûne. Hesabê vê yekê wê kî bide? Em mirovên xizan in haya kesî ji me nîne.”   ‘Terorîst ên di qesran de ne’   Sakîne herî dawî wiha got: “Piştî 10 rojan min nû karî kon bigirim, ew jî bi zorê min girt. Bi rojan em ji derve raketin. Me bi derfetên xwe hewl da bi laylonan konekî vedin. Em 6 malbat jî di bin wî konî de man. Em qet raneketin. Ji roja yekem ve koordînasyona HDP’ê li Cemevî xwe bi rêxistin kir û bi hewara me hatin. Tim ji Botan, Serhed, Amed, Êlih û Rihayê re digotin terorîst. Lê yên yekem bi alîkariya me hatine ew bûn. Yên terorîst ên di koşkan de ne. Bila biçin niha di goristanê ji xwe li dengan bigerin.”