Ji Piştevaniya Mor jinên mexdurên erdhêjê kampanya nameyan 2023-02-18 20:06:56   STENBOL - Piştevaniya mor bi şîara ‘Em ê bi hev re ava bikin’ ji bo jinên herêma erdhêjê bi armanca piştevaniyê kampanya nameyan da destpêkirin.   Piştevaniya Mor bi şîara ‘Em ê bi hev re ava bikin’ ji bo jinên herêma erdhêjê bi armanca piştevaniya femînîst mezin bikin kampanya nameyan da destpêkirin. Di çarçoveya kampnayayê de jinan Buroya Îrtîbata Piştevaniya Mor a Beyoglu navnîşan nîşan dan û banga kirin bo piştevaniya jinan jin nameyan bişînin.    Jinan diyar kirin ku wê bi dildarên alîkariyê re nameyan bişînin herêmê û jinên dixwazin nameyan binivîsin wê dildarên Piştevaniya Mor kaxiz û pênûsan ji wan re peyda bikin.