Mexdûrên erdhejê yên Xoyê konên xwe di nava goristanê de danîne 2023-02-18 15:50:21     NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî nêzî mehek bi ser erdheja li bajarê Xoy a li rojhilatê Kurdistanê re derbaz bûye, lê hîn jî mexdûrên erdhejê li derdora gund û bajaran, di vê sermayê de ji derve û di rewşek xirab de dijîn.   Li bajarê Xoy a rojhilatê Kurdistanê di 28’ê çileyê de erdhejek bi pileya 5.9 pêk çêbû. Piştî erdehejê xebatên alîkariyê nehatine destpêkirin. Di erdheja ku 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û hezar û 397 kes jî birîndar bibûn de bi hezaran malbat bêcih man.   Li gorî rapora malpera Radyo Zeman, tevî nêzî mehek bi ser erdheja li Xoyê re derbaz bûye, lê hîn jî mexdûrên erdhejê li derdora bajar û gundan divê sermayê de di rewşek xirab de jiyan dikin.   Gorî heman raporê, gelek mexdûrên erdhejê, neçarmane konên xwe di nava goristana kevin ya li taxa Melabax ya bajarê Xoyê de danin.   Di erdheja li bajarê Xoy ya li Rojhilatê Kurdistanê de, bi sedan kes neçarman ji malên xwe derbikevin. Di vê sermayê de ji ber bêxemiya rayedar û saziyên dewleta Îranê, xelk di rewşek xirab de jiyan dikin.