Ji Rojhilat ji bo mexdûrên erdhejê peyama piştevaniyê 2023-02-18 14:29:30     SEMSÛR – Komeleya Kesk a Çiya ya Merîvana rojhilatê Kurdistanê di roja 2’yemîn a erdhejê de xwestin ji bo alîkariyê derbazî cihên erdehejê bibin. Ji ber rastî astengiyan hatin ew li herêmê kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin û gotin: "Em ê alîkariya xwe bigihînin kordînasyona HDP’ê."   10 bajarên bakurê Kurdistanê ji erdhejê bi bandor bû. Her wiha rojavayê Kurdisatanê jî bi giranî bandor bû. Ji aliyek bilançoya erdhejê zêde dibe û ji aliyê din jî ji her parçeyên Kurdistanê piştevaniya gel pêşdikeve. Komeleya Kesk a Çiya ya Merîvana rojhilatê Kurdistanê bi komekî 50 kesan pêk dihat di roja 2’yem a erdhejê de ji bo alîkariyê xwestin derbasî bakurê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê bibin. Lê hikûmeta Îranê û Tirkiyê destûra derbasbûna van koman neda.   Komeleya Kesk a Çiya ya Merîvanê jî ji ber astengiyan li rojhilatê Kurdistanê kampanyaya alîkarî û piştevaniyê dan destpêkirin û wê alîkariya komkirine bigihînin Kordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê.    Li ser navê komeleyê jî Evîn Van peyamek da û got: “Em sersaxiyê ji gelê bakur û rojavê Kurdistanê re dixwazin. Dilê me bi we re ye. Em gelek êşiyan û me xwest em bi awayek fîzîkî jî li gel wanbin. Mixabin ev derfetên me çênebûn. Lê em ê bi alîkariyên xwe cardin li cem we bin. Em ê bi hev re birînên hev bipêçin. Em ê bi hev re baş bibin.”