Yekîtiya Jinên Ciwan konferansa xwe ya 1’emîn li dar dixe 2023-02-18 14:28:42     HESEKÊ - Yekemîn konferansa Jinên Ciwan li navenda çand û hunera Serdemê ya bajarê Hesekê bi dirûşma “Kes nikare roja me tarî bike” bi tevlîbûna rêxistina Kongreya Star, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û jinên ciwan dest pê kir.    Yekemîn konferansa jinên ciwan ji aliyê Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed ve hat destpêkirin. Rûkenê bal kişand ser komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya di kesayeta Rêberê PKK Abdullah Ocalan de hatiye kirin û soza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan da û erdeheja di 6'ê Sibatê de dest pê kiriye girt dest û sersaxî ji tevahî gelê Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xwest û di heman demê de bal kişand ser qeyrana îro tê jiyîn û di nava vê qeyranê de rola jinên ciwan.    Di bernameya konferansê de behsa têkoşîn û rola ciwanan hat kirin her wiha di konferansê de sînevîzyona li ser parastina rewa hat temaşekirin, piştî sînevîzyonê rapora salê ya jinên ciwan hat xwendin. Nîqaş li ser azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şerê gelê şoreşgerî hat kirin.Her wiha li ser mijarên welatparêzî, welat, koçberî, şerê taybet û rola jinên ciwan a di nava civak û parastina ciwanan de dê bê nîqaşkirin.  Di konferansê de sînevîzyonek li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan hat temaşekirin.    Konferans bi nîqaşan berdewam dike.