Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dewam dike 2023-02-18 11:35:16     NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên li dijî desthilatiyê 5 meh derbas kir. Duh di heman çarçoveyê de li herêmên weke Rojhilat, Belucistan û Gulistan çalakiyên li dijî desthilata Îranê hatin lidarxistin.   Li pişt belavbûna qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ku di 12’ê Îlona sala 2022’yan de ji aliyê polîsên hîcab ên dewleta Îranê ve hatibû qetilkirin, di bin pêşengtiya jinan de ji Tehranê heta Rojhilatê Kurdistanê welatî daketin kolanan û xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandanên ku bi navê Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li seranserê cîhanê belav bûyî, 5 mehan temam dike û tevî kuştin, girtin, îşkence û darvekirinan heta niha bi şêweyên cur be cur û bê navber berdewam in.   Duh li bajarên weke Zahîdan û Xaş yên parêzgeha Sistan û Belûcistanê, tevî hewayek dijwar a leşkerî û emnî, di 20’emîn îniya li pey hev de, meş û xwepêşandanên mezin hatin lidarxistin.   Xwepêşanderan dirûşmên li dijî dîktatorî, tepisandin û darvekirinan berzkirin û hemû hewldanên vegerandina sîstema paşatiyê red kirin.   Her wiha xwepêşanderên Beluc daxwaza azadkirina girtiyên Sîstan û dawî lêanîna pêgavên girtin û vexwendina çalakvanan ya ji bo dadgehê kirin.   Ji beriya destpêkirina xwepêşandanan, Melayê Mizgefta Mekî ya Zahîdanê Mela Ebdulhemîd Îsmaîl Zihî, di xudbeyê de carek din daxwaza referanduma azadane kir ku xelk bi xwe biryara sîstema siyasî ya Îranê bidin.   Di heman demê de duh li bajarên Sine û Serdeşt ên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî girtina melayên ku piştgiriya xwepêşanderan kiribûn, xwepêşandan hatin lidarxistin.