Bijîşk Sara ji Başûr hat Islahiyeyê: Divê em alikariya hevdû bikin 2023-02-18 11:29:07     DÎLOK - Bijîşk Sara Doskî ji başûrê Kurdistanê ji bo alîkarî bidin mexdûrên erdhejê 10 roj in li Islahiyeyê ne û got: "22 ambûlans û 122 xebatkarên tenduristiyê hatin herêma erdhêjê. Em şev û roj li vir ji bo xelkê xwe dixebitin. Divê em alikariya hevdû bikin.”   Gelek welat piştî erdhejê seferber bûn ji herêma erdhejê re hem alîkariya komên lêgerîn û rizgarkirinê, hem amûrên teknîkî û hem jî alîkariya pere kirin. Li başûrê Kurdistanê jî gelek alîkarî hatin şandin. Ligel astengiyan jî alîkariyên alavên tendurîstî û bijîşk jî li herêmê cih xwe girt. Bijîşk Sara Doskî ji Dihokê hat ji bo alîkariyê hat Islahiyeyê.    Bijîşk Sara Doskî, daxuyand ku ew 10 roj in li Islahiye ne û bi dildarî dixebitin û got: “Ji roja destpêkê heya niha ji bo alîkarî û piştgiriyê em hatin. Îro me 7 birîndar derman kir. Em ji 5’ê sibehê şiyar dibin û heya şevê nexweşan dinêrin û birîndaran derman dikin. Em nasekînin û bi qasî ji destê me tê em dibin alîkar."   ‘Gelek cenaze di bin kavilan de ne’   Sara, anî ziman ku rewşa herêmê gelek bi xeter e û wiha bi lêv kir: "Em ji Dihukê 20 ambûlans û 122 xebatkar hatin. Di destpêkê de rewş gelekî xirab bû. Hem gelek cenaze derdiketin hem jî gelek birîndar hebûn. Karê me gelekî zehmet bû, dilê me pir diêşiya lê belê em neçarbûn ku karê xwe bikin. Lê niha rewş ne li gorî rojên berê ye. Gelek cenaze jî hin di bin kavilan de mane. Kes nizane çend cenaze heye û gelek kes di erdhejê de jiyana xwe ji dest da."   ‘Divê em hemû alikariya hevdû bikin’   Sara, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê li gorî rewşê xebatên xwe berdewam bikin û got: “Ji ber ku dê çi bibe ne diyar e lewra em ê demekê li vir bimînin. Em diçin nexweşan dibînin. Rewşa me jî li vir wek li gor rewşa xelkê ye. Ji bo me tişta girîng rewşa gel e. Heke ew baş bin em ê jî baş bin. Em ji heman neteweyî ne. Qasî ku ji destê me hat em ê alikariyê bikin û li gorî rewşê em ê xebatên xwe yên ji bo erdhêjê berdewam bikin. Divê em alikariyê bidin hevdû."