'Rewşa temen mezin û astengdaran nayên fikirîn' 2023-02-18 11:02:48     Sema Çaglak - Rabîa Onver   DÎLOK - Keç, kur û neviyên Zeynep û Îsa Talay di bin kavilan de man û niha Zeynep û Îsa yên temen mezin bi tena serê xwe man û hewl didin ku bijîn. Zeynep wiha bang kir: "Em bi tenê man û yên temên mezin û astengdar nayê fikirîn."    Erdheja ku di 6'ê Sibatê de pêk hatî bandoreke mezin li ser 10 bajarên Kurdistanê kir. Bi hezaran welatî di bin kavilan de man û bi hezaran welatiyan jî malên wan hilweşiyan û jiyana xwe ji dest da. Li navçeya Islahiyeyê ya Dîlokê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn û niha jî dest bi hilweşandina avahiyan hat kirin.    Zeynep Talay (75) û Îsa Talay (80) li taxa Ataturkê ya li navçeya Islahiyeyê dijîn. 5 neviyên wan di bin kavilande man û jiyana xwe ji dest dan. Zeynep û Îsal tenê ji mirinê rizgar bûn û niha li konê hewl didin ku bijîn.   ‘5 neviyên me jiyana xwe ji dest dan’   Zeynep Talay a ku bi eslê xwe ji Mûşê ye 55 sal berê li navçeya Islahiyeyê bi cîh bûne û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di 20 saliya xwe de ji bo debara xwe bikin me berê xwe da vir. Em di nava şert û mercên dijwar de dixebitin. Keça min, kurê min û neviyên min hebûn. Xaniyê min 2 qat bû. Di dema erdhejê de em rêvin derve û ez niha jî nizanim çawa derketin derve. Baran û berf hebû û me bi zorî xwe xelas kir. 5 neviyên min di erdhêjê de jiyana xwe ji dest da. Tenê ez û hevjinê xwe sax derketin. Zarokên me mirin, avahiyên me hilweşiyan. Zarokên me 3 roj û 3 şev di bin kavilan de bûn. Hebekê jî nehatin rizgar kirin.”     ‘Ez nikarim lênerîna xwe bikim’   Zeynep, wiha bal kişand ser rewşa xwe ya piştî erdhejê: “Em bi rojane di rewşekê gelek xirab de li derve man. Temenê me gelekî mezin e û em gelek zehmetiyan dikşînin. Em gelek mexdûr û di şert û mercên dijwar de dijîn. Ez astengdar im, nikarim bimeşim û di nava cih û livînan de me. Paçikên hazir pêwist in, lê nayê dayîn. Kesekê min nîne."   ‘Kesên temen mezin û astengdar nayên fikirîn’   Zeynep, daxuyand ku dewlet tenê ji bo kon dayînê ve bi sînor ma û got: “Kes alikariya me nake, yên temenên wan mezin û kesên astengdar nayên fikirîn. Ne av heye ne jî ceyran heye em nedikarin serê xwe bişon û ne jî dikarin nimêjê bikin. Ez ji pişta emeliyat bûm, li pişta min de platin heye. Kes me nabîne û alikariyê me nake.”   ‘Em bi tenê man’   Îsa Talay jî anî ziman ku ew 5 roj li derve mane û got: “Piştî demekî kon dan me. Hevjina min jî gelek zehmetî dikşîne, nikare bimeşe. Gava erdhêj çêbû ez ligel hevjîna xwe mam û min wê berneda. Min got heke tiştek bibe em ê bi hev re bimirin. Lê em sax hatin derxistin. Niha jî em tenê mane û kesek alikariya me nake. Em nizanin çawa bikin û hewcedariyên xwe pêk bînin.”