Dildara AFAD’ê: AFAD bê rêxistin û bê koordînasyon dixebite 2023-02-18 10:17:06     Medya Uren   SEMSÛR  - Dildara Afadê ya ku nexwest navê xwe bide çavdêriyên xwe yên li Amed û Semsûrê bi me re parve kir. Wê da zanîn ku kes girîngiyê nade kesên sax an jî jiyana xwe ji dest dane. Ji ber îhmal û bêewlehiyan gelek kesî jiyana xwe ji dest dane.   Di encama erdheja li navenda Mereş û Dîlokê pêk hat 10 bajarên Bakurê Kurdistanê bi giranî bi bandor bûn. Hîna bi hezaran kavil nehatine vekirin û xebatên lêgerînê berdewam dikin. Roj bi roj jî têkildarî AFAD’ê îdiayên mezin têne belavkirin û zêdetirî mexdûrên erdhejê ji rewşê ne razî ne. Dildara AFAD’ê ya nexwest navê xwe bide ku li Amed û Semsûrê xebat daye meşandinê jî bi me re çavdêriyên xwe parve kirin.    ‘Ji bo Ak Bank jiyana kesan xistin metirsiyê’   N. diyar kir ku dewsa mirovên zindî ji bin kavilan derxin berê li ser kaseya bankê hatiye sekinandin û wiha domand:"Cihê min yê xebatê yê yekemîn Amed, taxa Tesîsleran avahiya Selîn 2 ya hilweşiyaye bû. Di 3 rojên destpêkê de komên me yên dildar hebûn, cihê xebatê jî pir bû lê koordînasyon û rêxistinek baş tune bû. Kes nexebitî. Gelek kes ji bo kelû pelên xwe yên binirx di nava lêgerînê de bûn. Gelek personelên dewletê yên qadro ne jî baş nexebitîn. Ev personelên AFAD’ê bi xwe jî gelek kêm bûn. Hemû jî welatiyên dildar hatin di nava AFAD’ê de cih girtin û lêgerîn bi hêz kirin. Welatiyên hatine alîkariyê gelek jê meteryalên lêgerînê bi xwe anîn. Ger ev yek neba ez nafikirim ku wê pêşketinek heba. Em gelek di paş de jî diman. Avahiya em li ser dixebitîn 7 qat bû û di bine wê de Ak Bank hebû. Kolonên avahiyê ji aliyê banqê ve hatibû jêkirin û sedema xirabûnê jî ev bû. Di cihê kavil de lêgerînek baş nehat birêvebirin. Me kirokîya xanî derxistibû û riyên xwegihandina yên weke valatiya dirêncekan kesên di bin de mane jî hatibûn dîtin. Lê mixabin li cihê vê yekê berçav bigirin û lêgerînek baş bi rêxistin bikin li kelû pel û eşyayên bi nirx geriyan. Ji ber em dildar bûn û ne personelên bi qadro bûn gotinên me esas nehatin girtin. Ger ev lêgerîn wek gotina me bi bername berdewam kiriba wê gelek kes sax an birîndar hatiban derxistin. Cihê kaseya banqeyê lêbû giranî dane wir. Xwestin destpêkê wê derxin. Li cihê bi dehan mirî werin derxistin me yê zêdetir zindî ji wir derxistiban."   'AFAD'ê karê xwe baş nekir'   N. bi lêv kir ku dewsa lêgerîa ji bo mirovên di bin kavilan de bê kirin raste rast kepçe ketiye nava kavilan û wiha got:"Avahiya 7 qat di 9 rojan de qediya. Di roja yekem de zêdetirî 60 welatiyan bi dildarî li cihê kavilan bûn û alîkariyek girîng dan. Bi meteryalên xwe  hewl dan alîkarîyê bidin. Li gel vê jî gelek komên din li ser kavilan bûn. Ger bi rêxistinkirî ba ew avahî wê ne di 9 rojan de di 2 rojan de biqediya. Piştî avahiya li Amedê qediya me şandin Semsûrê. Dema em hatin bajêr me hewl da em hinek lêkolînan bikin û li gorî wê xebatê bidin destpêkirin. Li ser gelek avahiyan hatiye temaşekirin, lêgerîn qediyaye û herî dawî hatiye qontrolkirin, nivîsîbûn. Ya rast me bi xwe jî bawerî bi van nivîsan neanî. Ya herî zêde bala me kişand jî maşîneyên kar ên di nava kavilan de bû. Kepçe di nav kavilan de bû lê tu xebatkarên AFAD’ê yên li ser kepçeyê bisekine û qontrolê bike tune bû. Kepçe bi tenê di nav kavilan de bû. Cardin bê rêxistinî û bêkoordînasyonî hebû. Tenê du xebatkarên kepçeyê yên bi dorvegerî dixebitîn hebûn. Heya mirî û kesên birîndar bi awayekî tespîtkirî ji kavilan neyên derxistin divê bi tu awayî kepçe wisa nekeve nav û ya herî girîng jî kavil nayê rakirin. Lê kavil tên rakirin."   'Gelek avahiyên hîn AFAD neçûne ser hene'   N. bi lêv kir ku elek avahiyên hîn AFAD neçûne ser hene û wiha pê de çû:"Piştî çavdêriyên xwe em çûn navenda AFAD’ê ya Semsûrê. Li vir midûrê wir ji me re got bi tu awayî pêdiviya me bi we tune ye. Gotin Semsûr ber bi qedandinê ve diçe. Lê îxbarên ji me re dihatin hebûn li gel wê jî tiştên me bi çavên xwe dîtibûn hebûn. Rewş dîyar bû. Di tevahiya Tirkiyeyê de bi giştî 2 hezar û 500 xebatkarên AFAD’ê hene. Di 10 bajaran de jî zêdetirî 20 hezar xanî hilweşiyane. Xilaskirina van a di 10 rojan de ne pêkan e. AFAD bi israr dixwaze bêje ku qontrol di bin destê wê de ye. Lê bi tu awayî ne di destê wan de bû. Hêza wan têr nedikir. Dema mirov hebûn ekipman tune bûn, dema ekipman hebûn jî mirov tune bûn. Koordînasyon û rêxistinbûyîna wan cardin gelek xeter bû. Gelek avahiyên ku kes neketinê hene. Li navçeyên Semsûrê û gundên wê jî hîn avahiyên ku tu kes neketinê hene. Gelek avahî, gelek kesên di bin wan kavilan de mane li benda alîkariyê ne."   ‘UMKE'ê karê xwe nake’   N. da zanîn UMKE'ê karê xwe nake û wiha pê de çû:" Ne da zanîn ku Ji derveyî tiştên me dîtine jî me gelek bûyer dibihîst. Em weke dildarên AFAD’ê armanca me ya sereke xilaskirina kesên zindî ye. Ger ne sax be jî em mirî ji bin kavilan derxin. Mafê her kesî yê binaxkirin û merasîma cenazeyê heye. Lê mixabin me li vir girîngiya vê yekê jî nedît. Ger rewş li vir wisa be li Hatayê çawaye naxwazim bifikirim jî. Em weke xebatkar demek dirêj e di nava toz û sermayê de dixebitin. Ji ber vê jî gelek ji me nexweş ketine. Ez bi xwe jî niha nexweş im. Em çûn konê Koma Medîkala Navneteweyî ya Rizgarkirinê (UMKE). Tiştên ji bo serma û ji bo tozê pêwist e me xwest. Lê tu alîkarî ji bo me nehate dayîn. Pêwîst bû ku alîkariyê bidin me lê mixabin me ev nedît. Me bi derfetên xwe şîr û dermanên giyayî vexwar.”   Dev ji lêgerînê hat berdan   N. gotina xwe wiha bi dawî kir:"Li pişt walîtiyê avahiya bi navê Başak Kent 2 heye. Li ser kavilê vê avahiyê komên lêgerînê hebûn. Rewşa kavil balkêş e. Li gorî hatiye destnîşankirin beriya 4 rojan lêgerînên li ser van kavilan qediyaye. Li vir cardin lêgerîn hebû. Me zarokek 11 salî derxistiye û weke jinek 30 salî jî me binax kiriye. Em li ser kavil jî ji serê sibehê saet ji 9’an li zaroka ku hatiye binaxkirin geriyan. Beriya me 3 kes li ser kavilan dixebitîn. Koma me jî ji 5 kesan pêk tê. Me krokiya xanî derxist û me car din dest bi xebatê kir. Di çarçoveya krokiyê de em gelek pêşde çûn û herî dawî me ji kavilê derxistin. Cihê me yê xebatê tije kirin. Ev kavil bi caran ji derdorê ve bi kepçeyan hate mudaxelekirin.Beriya me jî lêgerîn hatiye destpêkirin lê dev jê hatiye berdan. Piştî 5 rojan me cenazeyê duyemîn dît. Lê herdu cenaze jî parçe bûbûn, werimîbûn û nedihatin naskirin. Lê bi derxistina cenazeyê duyemîn re me fam kir ku şaşitiyek çêbûye."