Koordînasyona Jinan a Navendî: Pêdiviyên jinan bi alavên hîjyenê heye 2023-02-18 09:37:26     Rojda Aydin    AMED - Seroka DOGUNKAD’ê Rojda Yilmaz, anî ziman ku alavên hîjyenîk ên jinan gelek kêm in û ji bo jinan xebateke taybet bimeşînin Koordînasyona Jinan a Navendî avakirine û wiha bang kir: "Pêdiviya me bi zêdetir bi alavên hîjyenîk ên jinan hene. Ji ber vê yekê em dibêjin piştgirî dide jiyîn. Em dixwazin birînan derman bikin."    Roja erdhejê demildest ji aliyê Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê ku Koordînasyona Bajêr a Amedê jî di nav de ye, Maseya Krîzê hatibû avakirin. Ji ber vê yekê jî ji roja erdhêjê vir ve li hemû herêmên erdhêjê re piştgiriyek mezin tê kirin. Ji roja erdhêjê ve pêwîstiyên welatiyan bi taybetî betanî, kon, xwarin û vexwarin bû. Lê di aliyekî dinê ve jî li herêmên erdhêjê jin bi taybetî di hela alavên hîjyenîk ên jinê de pirsgirêkan dijîn. Ji ber vê yekê jî bi sazî û platformên jinan ên ku nava Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê cih digirin, ji bo jinan bi dildarî Koordînasyonan Jinan a Navendî ava kirin. Bi vê yekê jinên ku di nava vê koordîsnasyonê de cih digirin taybetî ji bo jinan xebat û alîkariyan dikin.   Seroka Komeleya Jinên Karsaz a Rojhilat û Başûrê Rojhilat (DOGUNKAD) Rojda Yilmaz, têkildarî alîkariyên tên kirin û li ser avakirina Koordînasyona Jinan a Navendî de axivî.   ‘Ji roja destpêkê ve alîkariyên me didomin’   Rojda, anî ziman ku ji ber erdhêja ku li 10 bajaran pêk hat gelek xengînin û got elbet ev bûyereke xwezayî ye lê bi destê mirovan ev dever wêranbûn bû. Rojda, destnîşan kir ku mînaka li Mereşê avahiya Odeya Endezyarên Mîmarî ji ber ku kolon saxlem bûn avahî tu zirarê nedîtiye û got: “Dema ku mirov bixwaze dikare pêşiya vê erdhêjê bigire. Roja ku erdhêj pêk hat şûnde navenda me ya koordînasyonê hebû. Em li avahiya Odeya Sanayî û Bazirginiyê ya Amedê hatin li cem hevdû. Ji wê rojê vir ve em di nava xebatan de ne. Em hemû endamên Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê ne. Bi tevî vê yekê me di destpêkê birînên bajarê xwe pêça. Li gor bajarên dinê elbet xaniyên ku li vir hilweşiyane kêm in. Di vê pêvajoyê de em bi gelê Amedê re bûn yek û bi leztir me birînên xwe pêça. Elbet di demên berê de ji ber ev piştgirî heye zûtir me koordînayona xwe avakir. Armanca me di destpêkê de ew bû ku welatiyên ku di bin bermahiyan de mane rizgar kirin e. Piştî ku ev pêvajo derbas bû şûnde welatiyên ku bêmal mane pêdiviyên wan hebûn. Di aliyê xwekirin, xwarin, vexwarin û mayînê de gelek pirsgirêk dihatin jiyîn. Bi alîkariyên ku hatin bi lezgînî ev rewş hat çareserkirin. Piştî Amedê me alîkariyan ji bajarên Semsûr, Mereş û bajarên dinê re şand.”   ‘Pêdiviyên jinan bi alavên hîjyenê heye'    Rojda, diyar kir ku li qadên erdhêjê ku konên hatine danîn de jin di aliye hîjyenîkê de pirsgirêkan dijîn û wiha domand: “Ji ber di aliye hîjyenîkê de alav kêm diçin jin gelek pirsgirêkan dijîn. Her wiha dema ku hebûn jî jinan şerm dikir ku bixwazin. Li ser vê mijarê bi platformên jinan û rêxistinên pîşeyan ve em hatin li cem hevdû û me got gelo em dikarin çi bikin? Ji ber vê yekê me biryar da ku li ser vê yeke bangawaziyan bikin. Ji ber ku ev daxwaziyek gelek xwezayî ye. Ji ber vê yekê divê jin tu carî ji daxwazkirinê şerm nekin. Lewra jî me biryarek bi vê rengî girt; beriya ku jin ji me bixwazin em ji wan re amade bikin û bişînin. Li ser vê yekê me jî bangawaziyê kir. Ji bo jinan ped, pêçeteyên hîjyenîk û cilên binî pêwîstin. Di heman demê de li qadên erdhêjê pirsgirêka tualetê gelek zedeye. Her wiha pirsgirêka avê jî heye. Ji xwe li cihê serşoyê nîne û ev jî pirsgirêkeke mezin e. Me jî torekî dildariyê ava kir. Cihê ku daxwaz hene em bi rêya dildaran pêdiviyan dişinin. Lewra jî em ji jinan re dibêjin ku ev tor ji bo we hatiye avakirin û em bi hemû derfetên xwe ji we re pêdiviyên we dişînin. Li Amedê giştî xebat di vê çarçoveyê de jî tê meşandin. Pêdiviyên giştî çawa ku li hemû herêman tê parve kirin, dê ev pêdiviyên taybet ên jinan jî bi vê rengî bên belavkirin. Em ê vê torê jî bi vê rengî berfirehtir bikin. Li ser vê yekê xebatên me berdewam dikin. Alîkariyên ku tên desten me em yekser ji herêman re tê birêkirin.    Ji bo jinên erdhêjê koordînasyon hat avakirin   Rojda, da zanîn ku ji bo pêdiviyên jinan pêk bînin û vê pirsgirêkê çareser bikin bi platformên jinan re Koordînasyonan Jinan a Navendî li dar xistine û wiha axivî: “Di destpêkê de ji xwe pêdiviyên pêwîst hatin xwestin û me van daxwazan pêk anî. Ji ber vê yekê pêdiviya jinê ya di aliyê hîjyenîkê jî wek xwekirin û vexwarinê pêwîste. Di nava vê platformê de bi 84 saziyên sivîl ên civakî, komele û mafê mirovan ve em dixebitin. Di nava vê de saziyên jinan jî hene. Ji ber vê yekê wek saziyên jinan me got ji bo jinên ku di erdhêjê de bi bandor bûne û pêdiviyên wan bi tiştên hîjyenîkê hene dikarin çi bikin û li ser vê yekê em hatin licem hevdû. Ev çend roj in jî li ser vê yekê em hevdîtinan dikin û dixebitin. Ev koordînasyon jî bi dildarî hat avakirin. Berhemên ku bi rêya dildaran ve tên em wan dişînin herêmên erdhêjê.”   ‘Piştgirî dide jiyîn’   Rojda, di dawiya axaftina xwe de got ew ji roja ewil ve bangawaziyên xwe didomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Alîkariyên ku tên em dişînin herêmên erdhêjê bêkoordînasyonekî heye. Ji ber ku dema me ya sekinandinê tuneye, pêdiviya me bi tora dildariyê heye. Ji ber vê yekê jî bi taybetî ji bo jin û zarokan kesên ku dixwazin piştgiriyê bikin banga me ew e ku pêdiviya me bi zêdetir bi berhemên hîjyenîk ên jinan hene. Bila bigihînin kesên dildar û em ê jî bi xwe bigihînin herêmên pêwîst û belav bikin. Her wiha berhemên giştî ên ku tên em yekser ji herêman re rêdikin. Em li wan deran bi kesên pêwîst belav dikin. Ji ber vê yekê em dibêjin piştgirî dide jiyîn. Em dixwazin birînên hemû kesan derman bikin.”